AKP li Kurdistanê bi navê komeleyan çeteyan ava dike!

AKP’ê li Kurdistanê dest bi rêxistinkirina ‘çeteyên sivîl’ kir. Ocaxên Osmanî û Komeleya Welatparêzên Wanê bi vê çarçoweyê sond xwarin ku ew ê dilsozê Erdgogan bin û dest bi xebabatan kirin.

Botan ê HDP’yî diyar kir ku ev kom hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî hemû kesên ne AKP’yî yên werin bikaranîn û got, ‘li dijî van lîstikan divê her kes hişyar be’’

AKP ya ku li Kurdistanê navê Kurdî qedexe dike û navê tabeleyan dike ‘Turkoglu’, ‘Vatan’ û ‘Bayrak’ niha jî bi avakirina hêzên paramîlîter dixwaze encamê bigire. Li Wan navendê ‘Komeleya Welatparêzên Wanê’ û ‘ li Erdîşê jî ‘Ocaxên Osmanî’ da avakirin.

BOTAN: ARTÊA QESRÊ TÊ AVAKIRIN!

Derbarê babetê Wekîlê Wanê yê HDP’ê Lezgîn Botan got, ‘Nifşekî dîndar û kîndar ava dikin. Çi kesê ku ne AKP’yî ne û ne li rex ‘reîs’ in weke ku dijmin bin têne dîtin. Psîkolojiya ku li ser ala û tabûtê sond dixwin ev e. Van mirovan çêdikin. Heke mirov rewşa berdest a herêmê jî bîne ber çavan dewlet hêzên pêvek ava dike. Ev mirovên ku sivîl xuya dikin artêşa Qesrê ye. Ev jî artêşa sivîl paramîlîter a Qesrê ye, ji hêla herba taybet ve têne perwerdekirin.’’

 ‘LI DIJÎ HEMÛ KESÊN KU NE AKP’YÎ NE WÊ WERIN BIKARANÎN’

Botan diyar kir ev komele û pêkhate li dijî Kurdan, jinan, çepgiran û hemû kesên ne AKP’yî wê werin bikaranîn û got, ‘’Li Sêrtê li ser Ereban, li Wanê li ser Azeriyan, Terekemeyan lîstik têne lîstin û polîtîkayên dijminatiyê têne avakirin. Hesasiyetên dînî û etnkîk têne bikaranîn. Ev ne di berjewendiya civakê de ye.’’

 ‘DIVÊ MIROV NEBE AMÛRA VAN LÎSTIKÊN GEMARÎ’

Wekîlê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan bi domdarî got: ‘’Bi zirxê sivîl ên ku li avaniyên ne meşrû dikin wê bi ser nekevin. Divê her kes di vê babetê de hişyar be. Her tişt li ser zemîna siyaseta demokratîk divê bi rê ve biçe. Gelê me jî, mirovên me yên ku deng, dil dane AKP’ê jî divê vê lîstikê bibînin û nebin parçeyek ji vê lîstikê’’