Şîrketên petrolê Ezbe û Konîko yên li Dêra Zorê hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), mezintirîn şîrketên petrolê yên Sûriyeyê Ezbe û Konîko yên li herêma Dêra Zorê, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku di bin sîwana QSD'ê de ye, her bi pêş ve diçin.

Şervanan, piştî dorpêç û şerê du rojan, şîrketên Ezbe û Konîko yên li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ne, li gorî dema herêmê îro saet di 09:50'î de ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Li herêmê, şerekî dijwar diqewime û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê her bi pêş ve diçin.