Şêwekar Îlter: Qeyûm çand û hunera Kurd kiriye hedefa xwe

Yek ji dehan şaredariyên DBP'yî ku AKP'ê bi rêya qeyûm desteser kiriye, Şaredariya Bajarê Êlihê ye. Alîkarê Walî Şeref Aksoy kirin qeyûm û anîn ser şaredariyê.

Şêwekar Îlter diyar kir, di hedefa pêşî de pêşî çand û hunera  Kurdan heye û got, "Civakeke ku çanda xwe dide jiyîn û bi vê re hunerê hildiberîne mayinde dibe û nemir dibe. Gelê Kurd bi xwîna xwe li çand û zimanê xwe xwedî derketiye û ji bo doza xwe ya mafdar wê tekoşîna xwe berdewam bike."

Piştî ku bi destê AKP’ê qeyûm anîn ser Şaredariya Mezin a Êlihê Midûrîyeta Orkestra û Şanoya Bajêr û her wiha navenda çandê ya ku xebatên hunerê lê dihatin kirin hate girtin. Şêwekar û perwerdekar Ramazan Îlter ku li Navenda Çandê ya Baharê xebatên xwe yên çand û hunerê didomîne. Îlter ji ANF’ê re axivî..

‘LI ÊLIHÊ GELEK HUNERMEND GIHAN’

Îlter ragihand, beriya qeyûmê li Êlihê gelek xebatên çand û hunerê dihatin kirin û got, "Beriya ku qeyûmê bînin ser Şaredariya Mezin a Êlihê li Êlihê di qada çand û hunerê de gelek xebat dihatin kirin. Li gorî demên berê xebatên hunerî pir baş bûn. Me Navenda Çand û Hunerê wê demê li Malên Gel, xebatên çand û hunerê me dikirin. Heft perwerdekarên me hebûn û gelê Êlihê pir dixwest di qada çand û hunerê de perwerde bibe. Ji zarokan bigirin ta bi kesên 70 salî pêwendiyeke zêde hebû."

‘QEYÛMÊ NAVENDÊN ÇAND Û HUNERÊ KIRE HEDEFA XWE’

Îlter anî ziman, di hedefa qeyûman de ku bi destê AKP’ê hatine peywirdakirin navendên çand û hunerê hene û wiha domand: "Huner asoya mirov berfireh dike û têkiliyên di navbera mirovan de baş dike. Nêzîkatiya gelê me yê li Elihê, ji bo ku xwedî çandeke dewlemend bûn, pir sempatiya wan hebû ji bo xebatên çand û hunerî. AKP hema hema dest li ser hemû şaredariyên Kurdistanê danî. Şaredariya Êlihê jî yek ji van e. Piştî ku qeyûm hatin, xebatên çand û hunerê jî ji xwe re kirin hedef. Saziyên ku çand û hunerê dikirin ji xwe re kirin hedef û destpêkê rewşeke neyênî çêkirin. Li ser zarok, ciwan û gel jî zexteke psîkolojîk çêkirin."

‘NE GELÊ ÊLIHÊ Û NE JÎ ÇANDA WÊ QEYÛMÊ NAS NAKE’

Îlter diyar kir gelê Êlihê qeyûmê nas nake û li gel hemû zext û zordariyan jî xebatên xwe didomînin û wiha domand: "Bi giştî gelê Êlihê xwedî nasnameya Kurdewar e. Zimanekî me û çandeke me ya qedîm heye. Bi vê rastiyê dibe ku em cuda werin dîtin. Her mirovê ku endamê çand û zimanê Kurdî ye ku bi salan e dewlet û hikûmet zextê li ser dikin û hewl didin çand û zimanê wan tine bikin, tim ji ziman û çandên din re hurmetdar bûye. Lê li gel ev çend zext û zordariya li ser ziman û çanda me em jî li bendê ne ku hurmet ji ziman û çanda me re were nîşandan."

‘KURD TI CARAN NEHEQIYÊ QEBÛL NAKIN’

Bi domdarî Îlter got hişmendiya ku ji ziman û çand, hunera Kurdan aciz e di dîrokê de bi rêbazên cuda tim xwestin ku çand û zimanê Kurdî tine bikin û qeyûmên ku hatine ser şaredariyê jî ev peywir dane ber xwe û pêşî êrîş bi ser çand, ziman û hunera Kurd de birine û hewl didin ku Kurdan bikin Tirk. Îlter got hewl didin ku helwesta gel qels nîşan bidin lê li dijî van polîtîkayan kîneke mezin heye û got, "Kurdan ti caran ev neheqî qebûl nekirine û niha jî qebûl nakin. Ji ber ku hewl didin ku vînê bişkînin û desteser bikin."

Îlter bi domdarî got li gel her cure zext û zordariya ku bi taybet niha bi deste qeyûman tê birêvebirin jî ew serê xwe ji van zext û zordaririya bi armanca tinekirina çand û zimanê Kurd re natewînin û bi çi rengî jî be ew ê xebatên çand û hunerî bidomînin.

‘KURD WÊ TÊKOŞÎNA XWE YA MAFDAR BIDOMÎININ’

Şêwekar û Perwerdekar Ramazan Îlter herî dawî got, civakeke ku çanda xwe ji dest dabe wê tine bibe û civaka ku xwedî li çand û hunera xwe derdikeve jî wê mayinde û nemir bibe û got ,"Li gel ev qas zext û zordarî, zilmê jî Kurd li çand, ziman û hunera xwe xwedî derketine, dizanin bê ka çendî girîng e û li gorî vê tevdigerin. Kurd bi xwîna xwe li çand û zimana xwe xwedî derketine û bi vî rengî jî wê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin."