'Şehîdên Bestayê wê di dilê bi milyonan mirovî de bijîn'

PAJK'ê Şehîdên Bestayê bi hurmet bi bîr anî û got, "Em sersaxiyê didine malbatên wan û gelê xwe. Em zanin ku di dilê bi milyonan mirovî de wê her tim bijîn."

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) derbarê Şehîdên Bestayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ber bi salvegera 40. a partiya me PKK'ê ve, ev sal sala herî nêzîkî serfiraziyê ye. Berhema şehîdên me yên berz e, berxwedana me ya bi lehengiyên dastanî tije û têkoşîna me ya azadiyê. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinê ya ku di damezirîna partiyê de bi hevrê Sara-Sakîne Cansiz dest pê kirî îro pêşengî ji milyonan jinên Kurd û raperîna jinên Rojhilata Navîn re, bi artêşbûna jinê PAJK’ê pêşengiyê dike. Di vê meşa berz de hevrêya me Delal Amed a ku bi fermandarî pêşengî kir û hevrêya me Azê; 13 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em li ber bîranînên wan bi hurmet bejna xwe bitewînin."

BÎRDARIYÊN AZADIYÊ NE

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van hêlan: "Şerê qirker bi hemû giraniya xwe bi taybetî li ser jinên Kurd, gel, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn didome. Li dijî qirkirinê li Bestayê, li Colemêrg û li hemû çiyayên Kurdistanê hevrêyên me yên ku bi têkoşînê şehîd dibin her yek ji wan bîrdariya azadiyê ye. Hevrê Delal Amed hem Fermandariya YJA-Starê kiriy û di rêveberiya PAJK’ê de cih girt, hem jî berpirsyariya fermandariya hêza me ya fedaî jî kiriye. Xeta fedaîtiyê di şexsê xwe de bi têkoşînê bi fedaîtî cihê xwe standiye, berpirsyariyên xwe bi rengekî bêkêmasî bi cih aniye.

Hevrê Delal Amed ku meşa serfiraziyê ya ku dibe partî temsîl dike, ji dema ku tevlê bûyî û heta dawî ji bo rêxistiniya artêşbûna jinê, di geşbûna wê û pêşketina wê de bûye xwedî kedeke mezin û bi rista pêşengiyê rabûye. Her tim bi coşî, kelecanî û daxwaza şoreşgerî peywirên xwe yên leşkerî li eyaletên Bakur bi cih aniye. Herî dawî bi îdîa û biryardariyeke bilind çûye Botanê, Fermandariya Qada Botanê û berpirsyariya PAJK’ê kiriye.

Hevrê Delal Amed ku hemû hêza ji partîbûnê, ji fermandarbûna şer distîne, bûye milîtana herî bijarte ya tevgera me ya jinê. Hevrê Delal ku pîvanên partiyê bi gerîla re dida jiyîn, nasnameya israra di şêwaza jiyana partiyê de û serkeftina wê ye. Hêrsa hevrê Delal hêrsa me bi partîbûnê îdîaya ku di şer de serfiraziyê teqez dike îdîaya me ye. Bersiva me ya herî mezin a  ji bo şehadeya ku ji bo avaniya me ya partiyê pir giran e wê ew be ku em di xeta jina ku dibe fedaî de bi Rêber Apo re nasnameya jina azad bikin xwemalî Rojhilata Navîn û jina azad û Kurdistana azad ava bikin.

HEVRÊ AZÊ MILÎTANEKE WIHA BÛ KU DILDARÊ AZADIYÊ BÛ

Fermandara me ya  Eyaleta Colêmergê Hevrê Azê, milîtaneke wiha bû ku tim dildarê çiyan, azadiyê bû, bi eşq bi ser partiyê ve bû, her demê bi coş bû, tim derdora xwe ronî dikir û moral dide, milîtaneke pêşen bû. Hevrê Azê ku peywirên partiyê bêyî ku cihêtiyê bike nav wan de bi berpirsyariya bilind bi cih dianî, dilê wê tim li ser hevrêyan bû, tevlî xebatên perwerdehiya îdîolojîk û leşkerî dibû û dibû xwedî kedeke zêde. Xebatên perwerdehiyê bi daxwazeke mezin bi cih dianî, peywirên îdeolojîk-leşkerî bê kêmasî bi cih dianî. Ev demek bû li Eyaleta Colemêrgê, di cografayay asê de weke fermandareke jin şer kiriye, bi dijmin re, li dijî her cure paşverûtiyê têkoşiyaye û bûye mînak. Bi zanîna ku doza partiyê karê dildariyê ye, dilê xwe daye partiyê û bi partiyê re bûye yek. Li gel ku jiyana wê ya têkoşînê di nav YJA-Starê de derbas bûbû jî, tim weke ku nû tevlê bûbû, wiha kelecanî dijiya. Şoreşgerî dil diwaza, kelecaniyê dixwaze. Hevrê Azê bi daxwaz û dildariyeke mezin tim amadeyî peywira xwe bû û bû xwedî helwesteke ku tim bibe mînak.

QÎRÎNA WAN A AZADIYÊ WÊ HER BIJÎN

11 hevalên me yên li gel hevrê Delal û Azê bi lehengî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê, li dijî êrîşên faşîst bi heman daxwaz û berxwedanê tevgeriyan, baweriya xwe ya bi têkoşînê re her tim nîşan dan û gihîştin şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin û zanin ku wê her tim di dilê bi milyonan mirovî de bijîn. Em ê eşqa wan a li Rêbertî û Kurdistanê, baweriya wan a bi azadiya jinê, biryardarî û berxwedêriya wan, hişmendiya wan a têkoşînê ku sînor nas nedikirin, rêbaza wan a şer û jiyanê, dilsoziya wan a bi hevrêtiyê re, hezkirina wan a ji bo gel û li dijî tarîtiya faşîzmê em ê qîrîna wan a ji bo azadiyê her tim bijîn û xwedî lê derkevin. Bi bîr û baweriya 'jina bûye gerîla, bûye fedayî, misogeriya azadiyê ye' bi erk û wezîfeyên xwe yên şoreşê rabin. Di asta herî bilind de em ê bersivê bidin planên tinekirin, tasfiye û qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine kirin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku di bin fermana serketinê ya hevrêyên xwe de partîbûna xwe xurt bikin û şer bi ser bixînin."