Şaristaniya Urartûyan jî tine kirin

Keleha Wanê ku beriya bi 3 hezar salan ji hêla Urartûyan ve hatî çêkirin bi navê restorasyonê ji hêla dewletê ve tê tinekirin.

Keleha Wanê ku beriya bi 3 hezar salan ji hêla Urartiyan ve hatî avakrin, ji hêla Wezareta Turîzm û Çandê ve, bi xebatên bi navê restorasyonê ku beriya bi 20 salan dest pê kirî, gelek ziyan dît û taybetmendiya xwe ya dîrokî ji dest da.

KELEHA URARTÛ MÎNA KU YA OSMANÎ BE TÊ NASANDIN

Keleha Wanê 3 hezar salan li ser piyan ma lê piştî 3 hezar sal ji hêla dewleta Tirk ve bi navê restorasyonê, bi çarçoweya polîtîkayên asimilasyonê dîrokê, tê tinekirin.

Bi sedan nivîsên Urartuyan, derence, rêya kelehê û avanî beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û piştî wê bi navê kolandinê hate tinekirin. Mizgefên Kurdan ên li Wanê û kelehê bi rengê mizgeftên Selçûkî û Osmanî têne nasandin, têgihinîneke wiha tê çêkrin ku Keleha Urartûyan a dewleta Selçûkî û Osmaniyan e.

 ‘HIŞMENDIYA 12’Ê ÎLONÊ DIDOME’

Serokê Komeleya Parastinê ya Hawîrdora Wanê û Berhemên Dîrokî Alî Kalçik got beriya 12’ê Îlonê û piştî wê di serî de Keleha Wanê tê xwestin ku hemû berhemên dîrokî werin tinekirin û got, ‘’Hişmendiya 12’ê Îlonê çi be niha jî wê dikin. Hemû avaniyên dîrokî yên herêma me mîna ku yên Selçûkî û Osmaniyan bin didin naskirin.

Weke ku li herêma me qet Kurd û Ermenî nejiyabin û hîç şaristaniya wan nebe tevdigerin. Ev bi temamî encama polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê ye. Bi vê polîtîkaya dewletê dîroka herêmê bi Osmanî û Selçûkiyan didin destpêkirin. Tişta ku dewlet dike înkara dewlet, şaristanî û şopên Kurd û Ermeniyan e. Ev jî tê maneya înkara dîroka van gelan û komkujiya dîrokê.’’

 ‘BAJARÊ KU BÊHNA DÎROKÊ JÊ TÊ ÊDÎ NÎN E’

Nazan Erîş ku serdana Keleha Wanê kirî, got Keleha Wanê ya ku beriya 10 salan dîtî û niha dîtî ji hev gelekî cihê ye û got, raçînka dîrokî ya kelehê bi temamî hatiye tinekirin.

Erîş got, ‘’Beriya niha heta ku mirov diçû ser kelehê teqez raçîneke dîrokî hebû. Li ser her kevirê kelehê nivîsên Urartûyan hebûn, bi sedan derence hebûn. Niha jî ne ev nivîs û ne jî derence hene. Li şûna van pêpelûkên betonî û kevirên serdema me hene. Bi qutebirî dîrok li keleha Wanê hatiye tinekirin.’’