Şandêya KNK’ê bi rêvebirên KCK’ê û KJK’re rûnişt

Li ser xebatên Yêkîtiya Neteweyî şandêya KNK’ê destpêkê bi rêvebirên KCK’re û piştre jî bi rêvebirên KJK’re rûnişt.

KNK beriya bi demêkê li ser pêkhatina kongreyeke netewî  encamnameya ku di nava xwe de 21 xal dihewîne ji bo raya giştî eşkere kiribû. Piştî vê ragihandinê şandeya KNK’ê bi rêvebirên KCK’ê û KJK’ê re  li ser encamnameyê  û ji bo pêkhatina van xalan  gotebêjî kirin.

Di şandêya KNK’de Endamê Konseya Dîwanê  ya KNK’ê Faruk Cemîl, Endamê Konseya Rêveber a KNKê Dr. Kamuran Berwarî, Endama Konseya Rêvebir a KNK’ê û di heman demê de berpirsa Jinan Pervîn Ezîz, Alîkara Hevseroka KNK’ê Şahla Hafit û Endamê KNK’ê Ferhat Doskî, di şandeya KCK’de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altun cih girt.

Şandêya KNK’ê ji aliyê  rêvebirên KCK’ê ve hate pêşvazîkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik xerhatina şandeyê kir û got ew bi hatina şandeyê ya li çiyayên Kurdistanê kêfxweş in. 

 ‘HÊVIYA GELÊ BAŞÛR YEKÎTIYA NETEWÎ YE’

Di destpêka hevdîtîne de li ser navê şandêya KNK Faruk Cemîl axivî û got;

 

Di gelê Başurê Kurdistan de tenê heviyêk heye û ew jî yêkîtiya netewiye. Şewra ku li Sileymaniyê li dar xistin pir gîrîng e. Piştî ku me konferans pêk anî em dixwazin konferanseke giştî jî li dar bixin. Bi rêka van konferansan em dixwazin armanca  xwe ya yekîtîya Kurdan bi ser bixin, hevî û hesreta Kurdan a ji bo yêkîtî bi cîh bînin. 

‘DIVÊ BERJEWENDIYA KURDAN DI SER HER TIŞTÎ RE BE’

Piştî Faruk Cemîl Hevsekotiya Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik li ser xebatên KNK ê ji bo yêkîtiya netewî  axivî û got xebatên ku KNK dimeşîne pir pîroz e û gîrîng in.

Bayik di nirxandinên xwe de anî ziman ku pêwîst e berjewendiyên Kurdan di ser her tiştî re be û got pêwîste hemû kes li gorî vê tevbigerin.

Şandeya KNK anî ziman ku di vê merhelê de tişta herî gîrîng ji bo Kurdan yêkîtiya netewî ye ji ber ku pir êrîş li ser destkeftiyên gelê Kurd hene.

‘DIVÊ HEMÛ KURD LI DORA FIKRA OCALAN, NETEWEYA DEMOKRATÎK BIBIN YEK’

Şandêya KNK bal kişand li ser rewşa Rêberê Gelên Kurdistanê Birêz Ocalan û anîn ziman yê ku herî zêde ji bo xebata yêkîtiya Kurdan  rol lîstiye û aniye vê astê Birêz Ocalan e. Ji bo wê jî weke ku di encamnameya 21 xalan de jî heye û pir gîrîng e, hewildana pêkanîna azadiya Birêz Ocalan e. Şande got; ‘Pêwîste hemû Kurd li derdora fikrên Ocalan ên netewaya demokratik  kom bibin’.

Piştî rûniştandinê şandeya KNK’ê û Rêvebirên KCK’ê  bi hev re daxûyaniyeke çapemeniyê dan. Liser navê KNK Faruk Cemîl spasiya KCK’ê kir, ku ji bo ew piştgiriya yêkîtiya netewî dikin û got;

“Me di hevdîtinên xwe de behsê xebatên KNK’ê kir û pir bi erênî derbas bû. Em daxwaz ji KCK’ê dikin ku di xebatên pêşiya me d  jî alîkarî û pişgîriyê  bididine me. Li Başûr wê  konferansek  çêbibe. Kongreya netewî pir girîng e. Em daxwaz dikin ku hemû partî, rêxistin di hûndirê vê xebatê de cih bigrin”.

Li ser navê KCK’ê Hevserokatiya Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik axivî û got:

“KNK karekî pîroz ji bo gelê Kurdistanê dike. Em bawer dikin ku KNK serkeftî wê vî karî bike. Îro li Rojhilata Navîn şerekî mezin heye, Kurd jî li Rojhilata Navîn dijîn. Şer jî bi giranî li Kurdistanê tê jyîn. Ji bo wê jî beriya av û hewayê hewce ye ku Kurd yekîtiya xwe ava bikin. KNK jî li ser van esasan xebatan dike. Eger Kurd naxwazin derbê bixun hewceye ku zû yêkîtiya xwe ava bikin. KNK jî di vê derbarê de gav avetin, gava destpêke pir gîrîng bû, em wan pîroz dikin. Li ser vê pengavê gaveke dî jî davêjin. Dibe ku astengî, pirsgirek derbikevin lê KNK ji bo van çarêser bike hatiye ava kirin,ji bo ku bikaribe kongreya Kurd pêk bînê. Ji bo wê jî em di her alî de amade ne ku ji bo yêkîtiya Kurdan kar bikin. Ji ber ku yêkîtiya Kurdan ne tenê ji bo beşêk Kurdistanê ye ji bo hemû beşên Kurdistanê ye.  Baweriya me ew e ku eger bi israr bin wê daxwaza gelê me bi cîh bînîn, çavê her kesî li KNK’ye. KNK jî dixwaze vê heviyê neşkîne û bi pêş ve bibe. Em hem KCK hem jî PKK amade ne ku erkên xwe pêk bînin.’’

Piştî hevdîtina bi KCK’re şande bi birêvebirên KJK’re civiya û gotebêjî kirin.

Şande, ji aliyê Koordînasyonên KJK’ê Besê Erzîncan û Dr. Jiyan Garzan ve hat pêşvazîkirin. Di derbarê yêkîtiya Kurdan û kongreya netewî gotebêjî hate kirin.

KNK’ê bal kişand li ser têkoşîna jinên  Kurd a li hemû beşên Kurdistanê  û got ew KNK gîrîngî didin rola jinan a di kongrêya netewî de û anîn ziman ku pêwîste destkeftiyên Jinên Kurd werin parastin.

Koordînasyonên KJK anîn ziman ku qehremantiya jinên Kurd a li hemû beşên Kurdistanê  ji bo gelên dîtir û jinan bûye sembol û ew amade ne him destkeftiyên gele Kurd û bi taybet jî destkeftiyên jinên Kurd biparêzin, heya dawî  ew piştgirî didin xebata yêkîtiya netewî û tê de jî cih bigrin.

‘KONGREYA NETEWÎ KU DESTKEFTINÊN JINA KURD NEKE MIJARA XWE YA SEREKE NIKARE SERKEFTÎ BE’

Piştî nîqaşan şandeya KNK û KJK daxuyaniyeke  hevbeş dan û li ser navê KNK’ê Perwîn Ezîz wiha got:

“Bi kêfxweşiyeke  mezin me serdana KJK’ê kir. KJK’ê piştgirîya xwe ji bo plan u projeyên KNK’ê, ku niha ketiye qonaxa dûyemîn diyar kir, qonaxa duyemîn li ser esasê  kongreya netewî ye ku di demek nezîk de wê çêbibe. KJK beriya niha jî bi aktîf tevlê civînê bû. Em hevîdar in ji bo demên pêş ku kongre, konferans û cîvîn hatin lidarxistin zêdetir çalak bin. Mijara kongreya netewî heke parastina destkeftiyên jinên Kurd nexe rojeva xwe ya sereke nikare serkeftî bibe.  Ji ber vê yekê em hevî dikin jinên Kurd di hemû beşên Kurdistanê de bi şewazekî aktif bikaribin di nava xebaten netewî de cih bîgrîn û rengê xwe bêhtir bidinê.’’

‘EM DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN JINÊN KURDAN BIPARÊZIN’

Li ser navê KJK’ê Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan axivî û got;

“Şandêya KNK hat bi me re hevdîtin pêk anî û em pir kêfxweş bûn bi hatina wan. Xebatê ku KNK  dimeşîne karekî pir gîrîng e û taybet jî ji bo jinan. Ji ber ku berê jî me got di perçebûna Kurdistanê de herî zede jin zirar dîtîne. Ji bo wê jî em amade ne ku di her alî de xebatên kongrêya netewî bikin û erkên xwe pêk bînin. Em dixwazin destkeftiyên jinên Kurdan biparezin. Herdu xebat bi hev re dimeşin û herdû xebat jî hevdu temam dikin.

Piştî daxuyaniyê Şande ji qadên parastina medya veqetiya.