Îdîayên têkildarî Şengalê derew in

Qeymeqamê Şengal û Fermandarê Heşdî Şebî yê Laleşê, îdîayên ku hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ji herêmê vekişane derewand. Ragihand ku li Şengalê ji derveyî artêşa Iraq û hêzên YBŞ’ê ti hêz din nîne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Fermandarê Tabûra Laleş ya Heşdî Şebî Xal Elî û Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid têkildarî îdayên ku dibêjin hêzên Heşdî Şebî û hêzên Iraqê ji Şengalê vekişiyane diyar kir ku rast nîne û ti hêzeke Iraqê ji Şengalê venekişiyane û derneketine.

‘TI TEVGERA DAIŞ’Ê NÎNE’

Hamid destnîşan kir ku ji derveyî hêzên Iraqî û hêzên YBŞ’ê yên Şengalê ti hêzeke din li Şengalê nîne.

Hamid bibîr xist ku ti tevgereke çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê nîne, li herêmê aramî û ewlekarî dewam dike.

‘ÎDÎA DEREW IN’

Fermandarê Heşdî Şebî yê Laleşê Xal Elî jî anî ziman ku ti rastiya îdîayan nîne, diyar kir ku Tabûra Îmam Elî ya girêdayî Heşdî Şebî ji bo aramiya bajar û ji bo herêm nevegere qadekî leşkerî vekişiyaye. Li baregeha Domîs a derdorî Şengalê bi cih bûne.

Xal Elî anî ziman ku li Şengalê ti hêzeke biyanî nîne.