Êrîşa Manchesterê: Nasnameya êrîşkar diyar bûye

Diyar bû ku êrîşa ku li ser li cihê konserê ya  Manchesterê bûye êrîşeke xwekujiyê ye.

Li gorî encamên pêşî yên ku lêkolîna polîsan êrîşa ser li Manchester Arenayê ji hêla kesekî ve hate kirin ku bombe li ser xwe hilgirtin. Di êrîşê de bi kêmanî 22 kes hatin kuştin, 60 kes birîndar bûne.

SEROKWEZÎR: NASNAMEYA ÊRÎŞKAR TÊ ZANÎN

Şefê polîsan ê Manchester lan Hopkîns ji bo êrîşkar  got, ‘’li ser bombe hebûn û di teqînê de mir’’ Hopkîns got êrîşkar ‘bi serê xwe tevgeriyaye’ û hê lêpirsînê didomînin bê ka ev parçeyek ji torekê ye yan na.

Serokwezîr Theresa  May ber bi nîvro ve daxuyaniyek da û got, ‘’Em dibêijn me nasnameya êrîşkar tespît kiriye.’’ Serokwezîr got lêpirsîn berdewam dike, ji bo vê jî niha wê têkildarî nasnameya êrîşkar agahiyê nedin.

Piştî êrîşê hemû partiyên siyasî, kampanyayên xwe yên hilbijartina 8’ê Hezîranê ku Sêşêm wê bikirana betal kirin.

ÊRÎŞÊN KU JI 2005’AN VE HATINE KIRIN

Îngilîstan ji  2005’an ve dibe hedefa êrîşan. Ev êrîşa piştî êrîşa 2005’an a bi ser metroyê de bû êrîşa herî mezin ku zêdetir kes pê hate kuştin.

22’yê Adara 2017’an li ser pira Westmînsterê êrîşkar ajot ser şêniyan û 5 kes kuştin. Heman êrîşkarî li ber parlamentoyê polîsek bi kêrê bi giranî birîndar kir. Welatiyê Ingilîz ku bûbû Misilman ji hêla polîs ve hate kuştin.

5’ê Kanûna 2015’an Muhaydîn Mîr ê ji Somaliyê, li rojhilatê Londrayê, li destpêka stesyona metroyê yê Leystonstoneyê du kes kêr kirin. Rayedaran gotin, ‘’êrîşa terorîstî’’ Êrîşkar cezayê girtîgehê yê heta mirinê xwar.

22’ê Gulana 2013’an  welatiyekî ku bi eslê xwe ji Nîjeryayê bû bi wesayita xwe pê li leşkerekî 25 salî kir û piştre hewl da ku bi kêrê serê wî jê bike. Di vîdeoyeke têkildarî êrîşê de yek ji êrîşkaran digot ew dixwazin tola misilmanan ji leşkerên Ingilîz bistînin.

30’ê Hezîrana 2007’an otomobîleke bi tûpa gazî hewl da ku têkeve termînala balafiregehê  ya Glasgowê. Otomobîl neteqiya. Ajokarê Hindîstanî bi giranî birîndar bû. Piştî bi mehekê mir. Rêweyekî wesahyitê, doktorê Iraqî hate girtin. 2008’an cezayê girtîgehê yê heta bi mirinê xwar.

Di êrîşa 2005’an, a 7’ê Temûzê bi ser metroya Londrayê û bi ser otobêsekê de 4 çalakiyên xwekujî çêbûn, 56 kes mirin û 700 kes birîndar bûn. Komeke ku ji xwe re El Qaîde digotin êrîş anîn ser xwe.