Çîroka Tîjda ya ku ji quntarên çiyayê Ekecîkê gihaştî Zagrosan

Çîroka gerîlaya YJA STAR'ê  Tîjda Ekecîk ku dema li dijî êrîşên artêşa Tirk li ber xwe dayî û şehîd bûyî, bi koçê dest pê dike û bi dergûşa mirovahiyê Zagrosan ber bi bêdawîtiyê ve diçe.

Fatma Yagmûr, bi navê xwe yê dî ku di nav Tevgera Azadiyê de û hevalên wê bi wî navî pê nas dikin, Tîjda Ekecîk. Gerîlaya YJA STAR'ê Tîjda Ekecîk ku 1996'an li gundê Çekîçler ê Aksarayê, li quntarên çiyayê Ekecîkê hatî dinê, bi pêla koçêkirinê çîroka wê dest pê dike. Tîjda di nav malbateke wiha de ku di serî de ji Amed, Xarpêt, Agiriyê, ji bajarên Kurdistanê ber bi Anatoluya Navîn Aksarayê ve koç kirine, hatiye dinê. Koça wan a ku beriya bi sed salan dest pê kirî û dîsa jî li Kurdbûna xwe xwedî derketin li vir jî bidawî nebûye. Hê Tîjdar 7 salî malbata wê neçar maye ku koçî Ewropayê bike.


Tîjda di nav malbateke wiha de ku li gel zext û zordarî û koçê jî, ji raçînka çandî tiştek winda nekirî, bi hişmendiyeke Kurdistanî mezin bûye, hê di zaroktiyê de Tevgera Azadiyê nas dike û di nav saziyên Kurd de dest bi xebatan dike. Lê ji bo ku ji van xebatan têr nebûye 2013'an ji Holldayê berê xwe dide Kurdistanê.


ÎLONA 2016'AN ŞEHÎD DIBE


Gerîla Tîjda ku ji 2013'an heta bi 2016'an Îlonê, heta ku di êrîşa artêşa Tirk de li Zagrosan li gel hevalên xwe şehîd bûyî, bû xwedî meşa têkoşîneke kurt lê têr û tije.

Gerîla Tîjda beriya ku şehîd bibe derbarê çîroka jiyana xwe got: ''Ez li Aksarayê jidayik bûme. Heta 7 saliya xwe li Aksarayê mezin bûm û piştre malbat koçî Ewropayê kir. Ez jî bi malbatê re hatim Ewropayê. Li wir mezin bûm, rewşa malbata min a aborî baş bû, em sê xwîşk û bira ne. 2 birayê min û ez. Min 11 salan xwend. Min zanîngeh xwend. Bi rêya bavê min, min rêxistin nas kir. Malbata min zarayê Kurdî Dimilkî zanîbû û hay ji Kurdbûna xwe hebûn. Di nav pergalê de min cihek ji xwe re nedidît û jiyan bi min bêwate dihat.''


PIŞTÎ KOMKUJIYA LI PARÎSÊ TEVLÎ TEVGERA AZADIYÊ DIBE


Gerîla Tîjda ku piştî Komkujiya Parîsê biryar li ser dide ku tevlî nav refên Tevgera PKK'ê bibe wiha didomîne: ''Bi tevlêbûna nav PKK'ê min xeyala xwe ya herî mezin pêk anî. Jiyana li vir weke tiştekî wiha ye ku min ji zû de winda kiribe û li vir bi hesret ez gihaştimê. Li nav çiyan, li her devera ku lê dimeşim, li ser devera ku lê rûdinim, zanîna ku şehîdek li wir e dike ku mirov zêdetir pê ve were girêdan. Dema ku çûme çiyê min Akademiya Leyla Şaylamez dît, piştî perwerdehiyê min Rêbertî û şehîd baştir fêhm kirin.


Her demê xeyala min ew bû ku Kurdên ku ji Anatoluya Navîn koçî Ewropayê kirin û Kurdistaniyên li Ewropayê li şûna ku ya xwe nejîn, ya xwe bijîn  û berê xwe bidin rastiya xwe û welêt. Her wiha her ciwanê Kurd xeyal dike ku tevlî nav refên PKK'ê bibe, ez ji xwe bi vê dizanim, lê bang li hevrêyên xwe yên ciwan dikim ku xeyalên xwe taloq nekin. Em dikarin hêviyên şehîdan zindî bihêlin. Ez bi tevlêbûneke xurt dixwazim  azadiya Rêbertî û aramnca şehîdan pêk bînim. Serfirazî wê ya me be.''