Çeteyên li Efrînê jî bi hev ketin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, komên çete yên bi navê Ehrar Şarkiye û Cephe Şamiye bi hev ketin.

Komên çete yên bi navê Ehrar Şarkiye û Cephe Şamiye yên li Efrînê şeva Yekşemê bi hev ketin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, piştî ku endamên Ehrar Şarkiye li Ezazê ji aliyê 'polîsên leşkerî' yên dûvikên dewleta Tirk ve hatin girtin, li Efrînê jî şer rû da. Tê gotin, Ehrar Şarkiye sê endamên Cephe Şamiye girtine.

Şerê li Ezazê roja Şemiyê dest pê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî, komên çete yên ser bi eşîrên Şehadet û Hasesneyê li Ezazê bi hev ketine. Polîsên leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmê hatine avakirin, koma çete ya bi navê Ehrar Şarkiye ji vî şerî berpirsyar nîşan da û dest bi girtina endamên vê komê kir.

Malbatên li kampa Sûcoyê, ji ber şerê navbera komên çete herêmê diterikînin. Dewleta Tirk jî bi wesayitên zirxî kete nava kampê û hewl da pêşî li derketina malbatan bigire.

Tevî vê yekê jî gelek malbat ji kampê derketin û xwe li gundên El Selame û Sûco yên Babê girtin.

Li kampa Sûco ya Ezazê, şêniyên herêma Til Rifat a Şehbayê û malbatên komên çete yên ji herêma Dêra Zorê reviyane hene.

Ji ber şerê roja Şemiyê, zarokekî bi navê Mûstafa Mûhammed Necar miribû.

Tê gotin, li herêmên Cerablûs û Mareyê jî di navbera koma çete ya bi navê Ehrar Şarkiye û komên din ên çete de alozî heye.