Çeteyan li Efrînê bijîşkek qetil kirin, gel daket qadan

Çeteyên OSO’yê yên bi ser Tirkiyeyê, li Efrînê bijîşkek qetil kirin. Şêniyên bajêr daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman. Çeteyan careke din jî êrîş kirin û jinekê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin gel dadikevin qadan. Çeteyên OSO’yê roja Çarşemê xwest bijîşkê bi navê Samî El Ferec ji mala wî derxîne. Bijîşkê ku ev tişt qebûl nekir, ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin. Ev înfaz di nava demeke kurt de li Efrînê hate bihîstin. Şêniyên Efrînê yên ku hatin ber mala bijîşk, nerazîbûn nîşanî çeteyan dan.

Şêniyên bajêr bi slogana ‘Em çeteyên qatil naxwazin’ cenazeyê bijîşk ji mala wî derxistin û dest bi meşê kirin. Çeteyan bi çekan êrîşî girseyê kirin, li vê derê jinekê jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Ligel ku êrîş hate kirin ku girseyê kolan neterikand û çete ji neçarî ji navenda bajêr dûr ketin.

Dewleta Tirk li herêmê tevî çeteyan şerekî sîstematîk dike. Tirkiyeyê di 20’ê Çileyê de dest bi êrîşên xwe kir. Di 18’ê Adarê de jî çete ketin nava bajêr. Ji dema ku êrîş hatine destpêkirin, bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sedan sivîl jî hatin revandin. Mal û milk û dikanên sivîlan hatin talankirin. Gelek cihên dîrokî hatin rûxandin, her roj nûçeyên êşkenceyê tên. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW’ê jî di demeke nêzik de raporek weşand û diyar kir ku komên ku Tirkiye piştgiriya wan dikin li Efrînê mal û milkên Kurdan talan dikin.