'Çêkirina tenûran çavkaniya jiyanê ye'

Tenûrên ku di dîroka Kurdistanê de xwedî çandekê bi keda jinan tên çêkirin. Sarya Erdogan û Şukran Erkûş bi salan e debara wan li ser çêkirina tenûran e.

Çêkirina tenûran û lêxistina nanê tenûrê di nava çand û jiyana Kurdan de cihekî xwe yê taybet heye. Li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi sedan jin tevî hevser û zarokên xwe tenûrê çêdikin û bi vî rengî debara xwe dikin.

Rengê jiyana civakê li her deverê cûda ye. Her dever jî li gor çanda xwe jiyana xwe berdewam dike. Şert û mercên jiyanê bandor li ser mirovan dikin. Lê dîsa jî mirov di hemû şert û mercan de li gor çanda xwe dijîn. Hemû gelên xwedî çand û kevneşopî xwe dispêrin dîroka xwe ya kevnar. Di nava jinên Kurd de jî çanda çêkirina tenûran û lêxistina nanê tenûrê xwedî dîrokeke kevn e. Jinên li Amedê jî vê çanda xwe ya kevnare diparêzin.

22 SAL IN TENÛRAN ÇÊDIKE

Li taxa Seyrantepe ya navçeya Yenîşehîr, li ser rêya Farqîn û Amedê bi sedan jin bi hevser û zarokên xwe tenûrê çêdikin û bi vî rengî hem debara xwe dikin hem jî kevneşopiya xwe diparêzin. Niştecihên taxa Seyrantepeyê hema bêje hemû di salên 1990'î de ji gundên Licê koçî Amedê kirine. Yek ji van malbatan jî malbata dayika Sarya Erdogan e. Di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên şer û ne qebûlkirina cerdevaniyê gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate valakirin û şewitandin. Dayika Sarya berî 29 salan li Amedê bi cih bû û zêdeyî 22 sal in jî ji bo debara malbata xwe bike tenûran çêdike.

'BI ÇÊKIRINA TENÛRAN DEBARA XWE DIKIN'

Dayika Sarya Erdogan zanîn ku 22 sal in bê navber tenûran çêdike û got: "Di salên 1990'î de bi darê zorê me ji gundê xwe hatin derxistin. Me koçî Amedê kir. Li Amedê şert û mercên jiyanê gelekî zehmet e. Çanda tenûran çanda me ya gundan e û niha jî ji bo me çavkaniya jiyanê ye. Heya niha debara min li ser karê çêkirina tenûrê ye. Axa ji bo çêkirina tenûran em ji gundê Kehba yê Sûrê tînin. Qemyona axê bi mîlyarekê ye. Dîsan ji bo axê, xwê ka û moyê sewalan divê. Hefteyê em tenûrekê çêdikin. Buhayê tenûra mezin 250 ya biçûk jî 150 TL. Kedek mezin ji bo çêkirina tenûran divê."

'EM BERDÊLA KEDA XWE NAGRIN'

Dayika bi navê Şukran Erkûş jî ku 15 sal in bi çêkirina tenûran debara malbata xwe dike, dibêje ku ew kedek mezin didin lê berdêla wê nikarin bigirin. Erkûş got, ji ber li taxa Seyrantepe bi sedan malbat tenûran çêdike û her yek buhayekî cuda ji bo tenûran datîne ew berdêla keda xwe nagirin.  Erkûş bilêv kir ku ax, ka û mûyê sewalan ji bo jiyanê çavkaniya debariyê ye û wiha got: "Li herêmê ji ber ti derfetê kar tine ye, ax û av çavkaniya jiyanê ye. Hefteyê ez tenûrekê çêdikim. Ez tenûran li ber derê mala xwe çêdikim û ne hewcedarî ti kesî me."

Erkûş anî ziman ku tenê ne Amed ji gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê tên tenûran dikirin.