Çanda Kurd li festîvala Streetfoodê tê nasandin

Li festîvala Streetfoodê ku li bajarê Aaraû yê Swîsreyê tê lidarxistin, çanda Kurd ji Swîsreyiyan re tê nasandin.

Festîvala Streetfood (Xwarina li kolanan a cîhanê) bi rengekî kevneşop her sal li gelek welatan tê lidarxistin. Di festîvalê de çand û gelên cuda li hev kom dibin.

Li festîvalê, tevî çand û xwarina Swîsreyê, mutbexa gelek herêmên cîhanê jî tê naskirin. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aaraû jî îsal bi xwarinên Kurdan tevlî festîvalê bû.

Di festîvalê de dansên ji welatên cuda jî tên pêşkêşkirin. Koma Govendê ya Zarokan a Çanda Med jî hunera xwe pêşkêş kir û gelekî bala Swîsreyiyan kişandin.

Festîval li qada Einkaufszentrum Telli tê lidarxistin û wê îro biqede. Meclîsa Jinan a Rojbîn bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo danasîna çanda Kurdan wan bi tenê nehêhilin.