'Çand û zimanê me hebûna me ye'

Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Hacer Hîlal bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî û got, "Êrîş herî zêde li ser ziman û çandê tê kirin, ku temsîla hebûna civakan bi çand û zimên e.‘’

Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî Hacer Hîlal wiha dest bi axaftina xwe kir; “Destpêkê em roja 21’ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanê em li hemû dayikên Kurd û dayikên cîhanê pîroz dikin. Di roja me ya îro de bi giştî hem li Rojhilata Navîn de hem jî bi taybet Kurdistanê şerekî netewî tê kirin. Ev şerê netewî, taybet ji hêla dewletên serdest ve li hemberê neteweyan e. Yek jî van netewan netewa Kurd e, gelê Kurd e. Bi taybet navenda Kurdistanê de ev şer tê kirin. Sedema vî şerê çiye? Ji bo ku navê Kurd nemîne êrîşeke giran li ser çand û zimanê Kurdan heye. Bi rastî jî Kurdê ku bi salan mirî bû îro bi pêşengtiya Rêber Apo rabûye ser xwe, şiyar bûye. Li hemberî hêzên serdest, gelê Kurd têdikoşe Lê hêzên desthilatdar ji bo gelê Kurd holê rakin êrîşeke giran tînin.’’

DEWLETA TIRK PÊŞÎ ÊRÎŞ BIRE SER DIBISTANÊN EFRÎNÊN

Hîlal bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser dibistanên Efrînê û got; “Destpêkê jî êrîşê bdibine ser nirxên wê yên dîrokî. Mînaka wê ya herî berbiçav jî mirov di Rojavayê Kurdistanê de dibîne. Dewleta Tirk dema ku êrîşê li ser Efrînê kir destpêkê êrîşê dibistana kir. Destpêkê em Kurd çi dibêjin? Hêzên netewî dibêjin li ser dewleta me êrîş çêdibin, dagirkerî heye, lê em Kurd jî dibêjin li ser çand û zimanê me êrîş çêdibe. Ji ber ku hebûna me çand û zimanê me ye. Ger ku çand, ziman û nasnamê me nebe, tu wateya hebûnê jî nabe. Mirov bi çand û nasname zimanê xwe heye. Ev nirx wextê ku holê rabûn wateya netewa te namîne. Hinek kesên ji xwe re dibêjin Kurd navê Kurdiniyê bikar tînin. Mînak Rektorekî Zanîngeha Dîjleyê dipirsin hûn nêzîkatiya li ser zimanê Kurdî çawa dinirxînin. Divê tu şer û êrîş li hemberê zimanê Kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve neyê kirin. Niha di her alî de li ser Kurda êrîş heye. Niha li Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilat li her cihî êrîş heye. Lê mixabin hin Kurd rehet dikarin nirxandinên wisa bikin. Ji van kesên wisa re jî dibêjin Kurdê teslîm hatine girtin. Zimanê me netewa me ye. Kengî me netewa xwe bi dest xist, kengî me Kurd çareseriyek bi dest xist, wê demê em dikarin zimanê xwe bi rehetî biaxvin, bi çanda xwe bijîn. Ji ber ku zimanê mirov hebûna mirov e, ger ku zimanê te nîn be hebûna te jî nîne. Divê em li her deverê ji bo ziman têbikoşin, bi zimanê xwe divê em biaxivin. Divê em bi zimanê xwe berheman bidin, biafirînin, zimanê xweş geş bikin. Bi cil û bergê xwe divê em li her deverê bibin. Di vê em zimanê xwe çanda xwe hez bikin. Di serî de divê heskirina ziman çêbibe. Hêzên dagirker bi Kurdan re hişmendiyekî wiha dane çêkirin, wek tu çu qasî ji zimanê xwe dûr bikevî ew çend serkeftî yî, pêşkeftî yî. Psîkolojiyeke wiha bi ciwanên Kurdan re çêkirine. ‘’

DIVÊ CIWANÊN KURD JI ZIMANÊ KURDÎ ŞERM NEKIN

Hacer Hîlal bang li ciwanên Kurd kir û got divê bi zimanê xwe yê dayikê serbilind bin û wiha got; “Bi giştî ji bo ciwanên her çar perçeyên Kurdistanê ez dibêjim ku roj ew roj e ku ew pêşengtiyê bikin. Di her alî de roj roja wan e, divê ciwan bi çalakiyên xwe, bi dengê xwe li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku serdem, serdema wan e. Divê ciwan bi dayikan re, bi temen mezinan re, bi zarokan re tevbigerin û pêşengtiyê ji wan re bike. Divê ciwan ji zimanê xwe şerm nekin. Di cîhanê de tu ziman wek zimanê Kurdî ne dewlemed e. Ger ku mirov mînakekê bide, niha di zimanê Tirkî de bi peyveê tiştekî pênase dikin, lê di Kurdî de gelek peyvên hevwate hene. Tu helbestekî Kurdî werdigerînî, tu dinêrî ew helbesta Kurdî çiqas dilê te tije dike, li ser mirov bandor dike. Lê dema ku tu ew helbesta Tirkî dixwînî zêde xwe nade hîskirin. Dema mirov fêrî zimanê xwe dibe mirov bi vê rengî fêr dibe. Destpêkê dibe ku tu vê yekî hîs nekî. Destpêkê bi rastî jî tu vê yekê hîs nakî, tu nakevî ferqa vê tiştê. Lê piştî ku tu li ser zimanê xwe serwer dibî, di zimanê xwe de êdî tu dikevî ferqa dewlemendiya wî û tu êdî wî ji dil ve hîs dikî. Êdî tu dizanî ku zimanê te çendî xweş e, çiqasî bandorê li mirov dike. Ango bi sed qatî ji zimanên dî zêdetir bandorê l ite dike. Êdî kes nikare te ji zimanê te dûr bigire. Pêwîste tu di her kêliyê jiyanê de bi zimanê xwe biaxivî û pê re bijî. Bi vî rengî encax tu bibî bersiv.”

DIVÊ MIROV HER KÊLÎ BI ZIMANÊ XWE BIJÎ

Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Hacer Hîlal axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Mînak li Bakurê Kurdistanê hin kes diçin waneyê ziman heta nîvro perwerdê dibînin, ev têr nake, ji ziman re nabe bersiv. Mirov zêde fêr jî nabe. Bi vê rengî mirov encam nasitîne. Taybet di saziyê me yên Bakur de ev feraset heye. Divê ev feraset rabe. Ev feraset ne feraseteke rast e. Ji ber vê jî divê mirov her kêlî, saetê, li her cihî bi zimanê xwe biaxivin. Ji ber ku tu Kurd î, ger kesê li hemberî te bi Kurdî nizanibe tu dikarî bi zimanê wî biaxivî. Ji bo têgihîştin, femkirin çêbibe mirov gorî pêwîstiyê zimanê cûda jî diaxive. Lê wekî din pêwîst e mirov bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Tu çawa fêrî Tirkî bûyî divê ew kesê bi te re jî fêrî Kurdî bibe. Ji ber ku ew bi te re kar dike neçare zimanê te fêr bibe. Tu ne mecbûr î tenê zimanê wî biaxivî. Berê wisa bû ji ber ku bi salan bi Kurdan re ew hişmendiyê dane avakirin. Lê êdî dewrana vî tiştî derbas bûye. Niha ji bo nirxê Kurdewariyê her roj bi dehan şehîd çêdibin. Ev şehîd hemû jî ji bo vê çandê, vî zimanî û neteweyê ne. Ji ber vê yekê divê em bi erka xwe rabin. Ez ê di rêya wan kesan de bişemin, ku canê xwe didin û ji bo armancê wan pêk were ez ê jî li vir têkoşîna xwe bidomînim. Hin kes hene ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî dûrî rastiya xwe dikevin, dûrî çand û zimanê xwe dikevin. Bi vî rengî mirov ji şeref û namûsa xwe dûr dikeve. Ew kesên Tirk pişt te henekê xwe bi te dikin. Belkî di rûyê te de bibêjin tu baş î, lê piştre jî henekê xwe bi te dikin. Ji ber ku dizanin te xwe firotiye. Mirovên rast ew kes in ku bi dil û can têkoşîna vê didin û di asta herî jor de ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Bi giştî taybet ez ji bo dayik û ciwana dikarim vê bibêjim; dem dema Kurdan e. Divê em li her qadê jiyanê, ji her demê zêdetir têbikoşin. Çi tiştê girêdayê neteweya min yanî milê wê yê ziman, çand, stran çi dibe, bila bibe divê em têkoşîna xwe geştir bikin û xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”