70. Festîvala Fîlman a Cannesê dest pê kir

70. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî, duh êvarê bi merasîmeke bi heybet dest pê kir.

70. Festîvala Fîlman a Cannesê ya Navneteweyî, bi dirûşma "Kombûna Hunerê ya 7." duh bi awayekî fermî dest pê kir. Di 10 rojên festîvalê de wê 49 fîlm werin nîşandan. Ji bo bidesxistina xelata 'Palmiya Zêrîn' jî wê 19 fîlm tevlî pêşbirkê bibin. Festîval duh êvarê bi galayeke bi heybet dest pê kir, ku gelek navdarên cîhana sînemayê lê amade bûn. Fîlmê destpêkê yê festîvalê, 'Les Fantomes d'Ismaêl' ê derhênerê Fransayê Arnaûd Desplechîn bû, ku li dervreyî pêşbirkê hate nîşandan.

Di seremoniya li ser xalîçeya sor de, stêrkên sînemayê derketin pêşberî kamera.

Yek ji beşên girîng ên festîvala îsal jî, 'Klasîkên Cannes'ê ye. Di vê beşê de wê fîlmên beriya niha hêjayî xelata 'Palmiya Zêrîn' hatine dîtin bê nîşandan, ku yek ji van fîlman jî fîlmê 'Yol (Rê) yê Yilmaz Guney e. Fîlm wê sibê saet di 13:00 de bê nîşandan.