67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî dest pê dike

67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî, dest pê dike. Di navbera 9 û 19'ê Sibatê de wê 399 fîlm bên nîşandan. 18 ji van, ji bo bidestxistina xelata mezin 'Hirçê Zêrîn' wê li ber xwe bidin.

Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî - Berlînale (Internationale Filmfestspiele), ku yek ji festîvalên fîlman ên bi nav û deng ên cîhanê ye, roja Pêncşemê dest pê dike.

Berînale, ku yekemcar di Hezîrana 1951'ê de pêk hat, piştî Cannes û Venedîkê weke yek ji 3 festîvalên fîlman ên herî girîng ên sînema cîhanê tê dîtin. Her sal bi qasî 400 fîlm li Berlînale tên nîşandan. Ev fîlm jî bi giranî li ser pirsgirêkên civakî yên li cîhanê, mijarên xweser û polîtîk in. Ji ber vê yekê, Berlînale di nava sînema cîhanê de bi nasnameya xwe ya siyasî derdikeve pêş. Di salên destpêkê yên festîvalê de ewilî fîlmên pêşbirkê dihatin nîşandan. Lê êdî xwedî gelek kategoriyên weke Competition (Pêşbirk), Panorama, Forûm, Berlînale Specîal (Taybet), Generatîon, Perspektîve Deutsches, Berlînale Classîcs hene. Îsal jî wê di çarçoveya festîvalê de 399 fîlm werin nîşandan. 19 ji van, wê ji bo bidestxistina xelata mezin 'Hirçê Zêrîn' li ber xwe bidin. Fîlm wê îsal bên nîşandan, di nava 7 hezar 500 fîlmên serlêdana wan hatin kirin, hatin hilbijartin.

Dîrektorê festîvalê Dîeter Kosslîck li ser Berlînale ya îsal agahî da û diyar kir, tevî 'wêrekî û baweriyê', di bernameya îsal de fîlmên mîzahê jî wê hebin. Kosslîck her wiha bibîr xist, ku tedbîrên ewlekariyê yên festîvalê, wê li gorî festîvala par hê zêdetir bin û di asta herî bilind de bin. Kosslîck da xuyakirin, ku wê destûr neye dayîn temaşeker bi çenteyên mezin bikevin hundirê qada festîvalê.

67. Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî wê bi nîşandana fîlmê 'Django' yê derhêner Etîenne Comar dest pê bike.

Di serî de li salonên Berlînale Plast, Cînemaxx, Zoo Palast, Frîedrîchstadt-Palast, Delphî Fîlmpalast, wê li dehan salonên sînemayê di nava 11 rojan de bi sedan fîlm werin nîşandan. Tê payîn bi qasî 40 hezar sînamevan tevlî festîvalê bibin û bi qasî 4 hezar rexnegirên fîlm û rojnamevanan akredîtasyon kirine.

Berlînale ya 67. wê roja 19'ê Sibatê bi merasîma xelatdayînê biqede.