5. Festîvala Şano ya Amedê dest pê dike

5. Festîvala Şano ya Amedê, bi lîstika 'Bûn an jî nebûn' a ji aliyê Melchîor Lengylel ve hatiye nivîsandin û pêşangeha 'Li Iraqê çi diqewime' ya MetroGraphy, îro dest pê dike.

5. Festîvala Çano ya Amedê, bi dirûşma 'Nebe temaşeker, eger ez ji bîr bikim, bîne bîra min' îro dest pê dike, wê heta 21'ê Gulanê dewam dike. Festîval bi lîstika bi navê 'Bûn an jî nebûn' a derhênerê wê Rûknettîn Gun e û pêşangeha wêneyan a bi navê 'Li Iraqê çi diqewime' ya MetropGraphy îro dest pê dike.

Komên şano yên ji Stenbol, Wan, Ûrmiye, Êlih û Îzmîrê hatine, wê 16 lîstikên xwe yên bi Kurdî û Tirkî li Şanoya Bajêr a Amedê, Navenda Çandê ya Du Çem û li Pale Hunerê nîşan bidin.

Ji şanogerên bajêr ên Amedê Berfîn Emektar li ser festîvalê agahî da û got, "5. Festîvala Şano ya Amedê, festîvaleke piştgiriyê ye. Ji 20 bernameyên cuda yên pêşangeh, konser û lîstikên şano pêk tê. 11 jê Kurdî 5 jê Tirkî wê wê 16 lîstik werin lîstin. Mirov dikarin bêjin ku ji 4 festîvalên derbasîbûyî bêhtir têrker e. Em ew h unermend in, ku 27 sal in li vî bajarî di warê şano de ked dane. Îxraçkirina me ji aliyê qeyûm an jî hinekî din ve, nayê wê wateyê ku me wesfa xwe winda kirine. Ew hewl didin me bi birçîbûnê terbiye bikin, lê belê meseleya me ev nîne! Ji ber vê yekê em ê her tim bi rola xwe ya dîrokî ya di Şanoya Kurd de rabin. Ev bajar wê di şano, çand û hunerê de her li hev bicive."

Festîval wê bi konsera koma muzîkê ya bi navê 'Barişa Ezgîler' biqede. Bernameya festîvalê bi vî rengî ye:

11'ê Gulanê, Pêncşem

Bernameya resepsiyon Festîvalê
Li Iraqê çi diqewime
Pêşangeya wêneyan a MetroGraphy
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 19:00

Lîstika destpêkê: Bûn an jî nebûn - Şanoya Bajarê Amedê
Nivîskar: Melchîor Lengyel, Dernêr: Ruknettîn Gun
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

Axaftina destpêkê

12'ê Gulanê, În
Yorûyorsûnûz Bîzî... Aferîn Sîze - Şanoya Kadikoyê-Stenbol
Nivîskar û derhêrner: Behîç Cem Kola
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

13'ê Gulanê, Şemî
Hevpeyvîn: Înonu Bayramoglû
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 13:00

Yorûyorsûnûz Bîzî... Aferîn Sîze - Şanoya Kadikoyê-Stenbol
Nivîskar û derhêner: Behîç Cem Kola
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Şeqam –Şanoya Kolanan- Êlih
Cih: Du Çem, Saet: 14:00 û 18:00

Qayde û Îstîsna - Navenda Çanda Mezopotamya / Stenbol
Teatra Jiyana Nû
Nivîskar: Bertolt Brecht, Derhêner: Ferhat Keskîn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

14'ê Gulanê, Yekşem
Qayde û Îstîsna - Navenda Çanda Mezopotamyayê - Stenbol
Teatra Jiyana Nû
Nivîskar: Bertolt Brecht, Derhêner: Ferhat Keskîn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Şeqam –Şanoya Kolanan- Şanoya Bajarê Êlihê
Cih: Pale Huner, Saet:14.00 û 18.00

Sevgîlî Arsiz Olum - Dîrmît - Seyyar Sahne
Metn: Ji romana Latîfe Tekîn a bi heman navî, Derhêner: Hakan Emre Unal
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

15'ê Gulanê, Duşem
Sevgili Arsız Ölüm / Dirmit - Seyyar Sahne
Metn: Ji romana Latîfe Tekîn a bi heman navî, Derhêner: Hakan Emre Unal
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

4 Kapi 40 Makam - Navenda Çanda Mezopotamyayê - Stenbol
Mezopotamya Dans
Koreografî: Yeşîm Coşkûn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

16'ê Gulanê, Sêşem
4 Kapi 40 Makam - Navenda Çanda Mezopotamyayê - Stenbol
Mezopotamya Dans
Koreografî: Yeşîm Coşkûn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Bariş - Sokak Tiyatro - Şanoya Yenî Kapi - Îzmîr
Cih: Du Çem, Saet:14.00 û 18.00

Bîr Kadin Ûyaniyor - Civata Şano ya BGST / Stenbol
Nivîskar û derhêner: Sevîlay Saral
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

17'ê Gulanê, Çarşem
Bîr Kadin Ûyaniyor - Civata Şano ya BGST / Stenbol
Nivîskar û derhêner: Sevîlay Saral
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Bariş - Sokak Tiyatro - Şanoya Yenî Kapi - Îzmîr
Cihê: Pale Huner, Saet: 14.00 û 18.00

Derwêşê Evdî - Civata Şano ya Textê Reş - Ûrmiye
Nivîskar û derhêner: Resûl Bengîn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

Dawiya Dawî – Stand-up - Şanoya Bajarê Amedê
Derhêner: Kemal Gokhan Gurses
Cih: Pale Huner, Saet: 20.00

 18'ê Gulanê, Pêncşem
Derwêşê Evdî - Civata Şano ya Textê Reş - Ûrmiye
Nivîskar û derhêner: Resûl Bengîn
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Viyan - Civata Şano ya Textê Reş / Ûrmiye (Lîstikvana Jin)
Nivîskar: Behnam Menda, Derhêner: Şebnem Yûsîfî
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

Mala Bernalda Alba - Teatra NÛJEN / Wan
Nivîskar: Federico Garcia Lorca, Derhêner: Nazmî Kahraman
Cih: Du Çem, Saet: 20.00

Qirix - Şanoya Bajarê Amedê
Ji karîkaturên Dogan Guzel, Derhêner: Kemal Gokhan Gurses
Cih: Pale Huner, Saet: 20.00

19'ê Gulanê, În
Mala Dînan - Civata Şano ya Nûpelda - Wan
Nivîskar: M. Emîn Yalçinkaya, Derhêner: Ergul Kûtlar
Cih: Şanooya Bajarê Amedê, Saet: 15:00

Av û Ar - Şanoya Bajarê Amedê
Nivîskar û Derhêner: M. Emîn Yalçinkaya
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 20:00

20'ê Gulanê, Şemî
Hefteheşta du Kesan - Teatra Yekta Hêvî /Amed
Nivîskar: Eugene Ionesco, derhêner: Hediye Levent, Ozgur Adi
Cih: Şanoya Bajarê Amedê, Saet: 15:00 û 20:00

21'ê Gulanê, Yekşem

Konser - Barişa Ezgîler
Cih: Du Çem, Saat: 20.00