4 albûmên nû wê li festîvalê pêşkêşî guhdaran bên kirin

Mîr Muzîk wê di Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de ku wê 8'ê Îlonê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê bê lidarxistin, 4 albûmên nû pêşkêşî guhdaran bike. Hunermendên ku wê tevlî festîvalê bibin, wê li standa Mîr Muzîkê albûman îmze bikin.

Mîr Muzîk, beriya Festîvala Çanda Kurd a li bajarê Elmanyayê Dinslakenê, 4 albûmên nû derxistin û roja festîvalê wê wan bigihîne guhdaran. Hunermendên ku wê li dezgeha Mîr Muzîkê amade bin jî wê albûmên xwe îmze bikin.

Şirketa Mîr Multimedia ya Hilberînê, di Îlonê de bi albûmên nû derdikeve pêşberî hezkerên muzîkê. Hunermend Ciwan Çewlîg bi “Distara”, Sîmar bi “Can” xebatên xwe kirine albûm. Wekî din albûmên berhevkirinê yên bi navê “Stranên Şoreşê” û “Guldesteyek Ji Stranên  Bilez-1″ jî wê 8´ê Îlonê li Festîvala Çanda Kurd bigihin ber destê guhdarên muzîkê.

STRANÊN BERXWEDANÊ

Beriya festîvalê, Rêveberê Giştî yê Mîr Muzîkê, Ali Kaya got, “Vê sezonê, 4 albûmên nû wê weke CD li ser dezgehan cihê xwe bigirin û wekî din di warên dijîtal de jî wê peyde bibin. Didu ji van albûman, encama karê berhevkeriyê ne. ‘Stranên Şoreşê’ albûmeke ku sirûd û stranên li ser Kobanê yên vê dawiyê tê de cih digirin. Muzîkên berxwedanê ji Çerxa Şoreşê dest pê bike heta bi Tola Salan di vê xebatê de hatine cem hev. Di cewhera vê xebatê de ya heyî ev in: ji nû ve bi bîr anîn, ji bo hiskirina wê çêja hesta berxwedanê ji nû ve û awazên nihêrîna bi hêvî ya li jiyanê.”

JI ÇAR ALIYAN BERHEMÊN OTANTÎK

Di albûma duyem de ji çar aliyê Kurdistanê awayên gelêrî hene û bi navê “Guldesteyek ji Stranên Bilez-1” hatine berhevkirin. Ji Serhedan heta Çewlîgê, ji Behdînanê heta bi Soran, ji Mêrdînê heta bi Colemêrgê awazên gelêrî li vir cihê xwe digirin. Alî Kaya ji bo van albûman dibêje, “Bi qasî coşa wan, ev berhemên gelêrî civakîbûnê jî pirr baş datînin ber xwe, armanc ew e ku me ji nû ve bi cewhera me re bînin cem hev. Dema em bi cewhera xwe re bûn yek, dema me ew nas kir, talankirina muzîka xwe em ê baştir bibînin, armanca wê ew e ku hesta xwedîderketinê derêxe pêş.”

CIWAN ÇEWLÎG HETA BI ÇEMÊ ÇOLÎGÎ DIÇE

Alî Kaya wekî din got, “ji bilî van du hunermendên me jî CD derxistin. Bi Kirmanckî Ciwan Çewlîg bi navê “Distara” albûmek amade kir ku encama kedeke mezin e. Nexasim ji bo Kirmanckiya ku bi nemanê re rûbirû ye, xebateke girîng e. Albûm dixwaze ji berhemên hevgirtinekê çêke, û wê weke mîraseke girîng ji muzîka Kurd re bimîne.” Hasil ev serpêhatî ji Distara dest pê dike, û heta bi Çem Çolîgî diçe. Ew ê guhdaran jî bike şirîkê vê serpêhatiya xwe.

SÎMAR DOH Û ÎRO TÎNE CEM HEV

Albûma bi navê Can ku hunermend Sîmar amade kiriye, wê bi etîketa Mîr derkeve. Sîmar di vê albûma xwe de hewl daye cih bide nirxên civakî û pîroziyan. Di albûmê de hin berhem û awazên gelêrî jî cihê xwe digirin. Bi vê jî rabihurî û roja me ya îro bi awayekî hoste têkilî hev kiriye. Hûn dikarin di CD´ya Sîmar de careke din bibînin ka nirxên hevpar ên doh û îro çawa tên cem hev.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka