Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

3.Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş. Deniz Firat destpê kir

3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş. Deniz Firat ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, îsal ji bo bîranîna şehîdên xwişk û bira Şehîd Sarîna û Şehîd Zîndan destpê kir.

Ji bo bîranîna Rojnameger Şehîd Deniz Firat a ku li Mexmûrê şehîd bibû,ev sê sal in pêşbirka Çîrok û Helbestan tê lidarxistin. 3.Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş. Deniz Firat a ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, îsal ji bo bîranîna şehîdên xwişk û bira Şehîd Sarîna û Şehîd Zîndan yên di berxwedana xweseriyê de şehîd bûyîn destpê kir.

Komîteya Amadekar ya pêşbirkê li ev agahî da; "3. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Ş.Deniz Firat a ku ji alîyê Yekîtiya Xwendevanên Azad YXA’ê ve tê lidarxistin, Pêşbirka îsal ji bo bîranîna herdu şehîdên xwişk û bira Şehîd Sarîna û Şehîd Zîndan tê lidarxistin. Pêşbirka îsal di 22’ê Nîsana 2017’an destpê kir, kesên bixwazin beşdarî Pêşbirkê bibin divê heta 25’ê Hezîrana 2017’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatîn diyarkirin. Merasîma 3’emîn Xelatên Wêjeyê yên Ş. Deniz Firat, wê di 8‘ê Tebaxa 2017’an de li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk were.

Zimanê Tevlîbûnê;

Zimanê Kurdî (kurmancî, zazakî, soranî), zimanê Erebî û zimanê Tirkî ye.

Mercên Pêşbirkê:

Divê berhem beriya pêşbirkê li ti cihî ne hatibin weşandin.

Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokekê beşdar bibin.

Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta 25’ê Hezîrana 2017’an bi rêya E-mail ê bigihînin destê me.

Hewlêr / Wargeha Ş. Rustem Cûdî a Mexmûr / Saziya Ciwanan

[email protected]

[email protected]

www.facebook.com/denizfirat2015

+9647510615198 / +9647510495896"