3. Festîvala Çîrokan a Rojava dewam dike

3. Festîvala Çîrokan li Qamişloyê dewam dike. Tevî Kurdî, beşdar bi çîrokên bi zimanên Erebî û Suryanî jî tevlî dibin.

3. Festîvala Çîrokan li Qamişloyê dewam dike. Tevî Kurdî, beşdar bi çîrokên bi zimanên Erebî û Suryanî jî tevlî dibin. Festîvala ku beriya mehekê amadekarî jê re hatibû kirin, bi tevlîbûna 55 çîrokên ji Ewropa, Bakur û başûrê Kurdistanê dewam dike.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Leyla Cemal da xuyakirin, ku cihê çîrokan di wêjeya Kurd de, gelekî girîng e.

Leyla Cemal ku di heman demê de endama komîteya amadekar a festîvalê ye, li ser festîvalê û karên çand û hunerê ji ANF'ê re axivî.

Cemal da xuyakirin, beriya Şoreşa Rojava wan nikarîbûn festîvaleke bi vî rengî pêk bînin û got, "Bi şoreşê re em dikarin bi hêsanî gelek karî bimeşînin. Ev yek jî hêza xebatê dide me û me pê kêfxweş dike.

Şoreşa Rojava ji bo wêje û zimanê Kurdî qadên pêşketinê afirand. Bêhn hat ber wêjeya Kurdî. Em bi hemû hêza xwe hewl didin çand, ziman û wêjeya Kurdî bidin jiyîn, bi pêş de bibin. Weke gelên Rojava em êdî dikarin bi hêsanî bêjin; em hene."

ŞOREŞÊ PÊŞÎ LI XEBATÊN ÇAND Û HUNERÊ VEKIR

Leyla Cemal diyar kir, ew dixwazin di demeke kurt de Orkestra Gel a Rojava û Orkestra Zarokan ava bikin û got, "Her wiha em ê gelek festîvalan û pêşandanan organîze bikin. Bi qasî Kurdan, çanda gelên Suryanî û civakên Ereb jî ji aliyê serdestan ve hatine eciqandin û ji aliyê hêzên serdest ve hatine nivîsandin. Bi Şoreşa Rojava ve tevî Kurdan, gelên Ereb, Suryanî û civaka Êzidî jî dikarin bi hêsanî bi çanda xwe bijîn."

3. Festîvala Çîrokan a Rojava wê heta 11'ê Hezîranê dewam bike.

...