Sala 2050'î 85 ji 100'î jê Efrîkî 700 milyon kes wê bi Fransî baixive!

Li tevahiya cîhanê 235 milyon kes bi Fransî diaxivin. Ji van 59 ji 100'î li parzermîna Efrîka dijîn. Tê payin ku 2050'î ev bibe 700 milyon.

Rêxistina Navnetewî Frankofonî(OIF) ku 84 welat û herêm di bin banê de wê de ne civîna xwe ya cara 17'an li Ermenîstanê kir. Di civînê de 30 serokên dewletan û 3.500 delege hazir bûn.

Tê payin ku Wezîrê Karê Derve yê Ruandayê Luîse Muhîkîwabo were ser sekreteriya giştî ya rêxistinê. Lê namzetiya Mushîkîwabo li dijî qanûnên OIF'ê xuya dike, ku di nav peywirên sereke yê rêxistinê de mafê mirovan hene. Ji ber rexneya li Siûd neçar mabû ku namzetiya xwe bi paş ve bikişîne. Mushîkîwabo her wiha tê rexnekirin ji ber sedema ku li şûna Franzî Ingilizî kiribû zimanê bi zorê.

Diyarbûna  Mushîkîwabo wê Efrîkayê bîne ser OIF'ê. Beriya Mîchaella ê Kanadî û bi eslê xwe Haîtîyî î li ser OIF'ê rêveberên Efrkî hebûn. Ev jî nîşan dide ku lokomotîfê Fransî Efrîka ye.
Di rewşa berdest de li cîhanê 235 milyon bi Fransî diaxivin, dikarin bixwînin. Ji van 59 ji 100'î li parzemîna Efrîkayê ne ku Fransa li van deran demekê mêtinger bû. 8'ê ji 100'î yê mayî jî li Asya û Okyanosê dimînin.

Dema ku mirov guherînên demografîk jî bîne ber çavan tê payin ku giraniya Efrîkayê salên pêş zêdetir bibe. Li gorî OIF'ê sala 2050'î hijmara kesên ku bi Fransî diaxivin dibe ku bibe 700 milyon û 85 ji 100'ê van wê Efrîkî bin.

Bi giştî fikir ew e ku Fransî hê zimanekî karîger e. Li gorî hesaban Fransî di nav zimanên cîhanê de di rêz 5 an jî 6'an de ye. Li pêş Fransî Mandarîn (zimanê fermî yê Çînê), Ingilîzî, Spanyolî, Erebî û Hindûyî heye.

Fransî her wiha di nav gelek sazî û rêxistinên fermî yên navnetewî de, mîna NY û NAYO'yê zimanî fermî ye. Li gel vê di nav zimanê înternet û çapemeniyê de di rêza çaran de ye. Ev jî dike ku li tevahiya cîhanê Fransî geştir bibe.