1. Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî li Qamişlo hat lidarxistin

1.Mihrîcana Wêjeyeyê ya Osman Sebrî ku îro li Navenda Çand û Hûnerê ya Mehmed Şêxo ya bajarê Qamişlo destpê kir, bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Îro li bajarê Qamişlo di seat 15:00’an de li Navena Çand û Huner a Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo Yekemîn Mîhrîcana Wêjeyî ya Wêjevanê Kurd Oslan Sebrî hate lidarxistin.

Mîhrîcan bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir. Gelek mêhvanên ji her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Minbic, Helebê tevlî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizirê ve hate lidarxistin û wê rojekê bidome.

Di mîhrîcanê de li ser nave rêveberiya xweser a Rojava Kurdistanê axaftin hatin kirin û mîhrîcan li hemû gelê Kurd û şervanan hate pîrozkirin.

Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî, ji beşên çîrok, helbest û gotaran pêktê. Her wiha di mîhrîcanê de beşên çandî û hunerî jî cihê xwe digrin. Li ser navê komiteya amedekar Aram Berekat ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Ev yekemîn Mîhrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî ku li kantona Qamişlo pêktê. Mîhrîcanê beşên hunerî yên wek çîrok, helbest û gotaran li xwe digire.’’

Berekat di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ji Kantonên Efrîn, Kobanê, Minbic, Heleb û gelek devrên din ên rojava tevlî mihrîcanê bûne. Asta tevlîbûnê ya ji bo mîhrîcanê di asta jor de bû.”

Her wiha li ser navê Desteya Çand û hunerê Heme Heme axivî û bi zimanê Erebî beşdarvanên mîhrîcanê silav kir û bal kişand li ser berxwedaniya dîrokî ya jiyana Osman Sebrî û wiha got: “Di demekî wiha girîng û dîrokî de Mîhrîcana wêjeyî ya Osman Sebrî li rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin pir girîneg e.”

Di mîhrîcanê de li ser navê Kantona Kobanê Şirîn Şêxo, axivî û bal kişand ser berxwedaniya Osman Sebrî ya ku di dîrokê de hatî kirin. Şêxo destnîşan kir ku Osman Sebrî ji wek hemû wêjevanan gelek ked û berxwedanî ji bo ziman, çand û diroka gelê Kurd kiriye. Şêxo di dawiya axaftina xwe de mîhrîcan li hemû mêhvan, şervan û gelê Kurd pîroz kir.

Di mîhrîcanê de koma Cudî ya mûzikê û komên dilanê yên rojava li ser dikê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Mihrîcan bi dayina xelatan a kesên bi çîrok, helbest û berhên xwe beşdarî mihrîcanê bibûn ve dawî bû.