1. Konferansa Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn Konferana xwe ya 1. pêk anî. Di encamnameyê de hat gotin, "Di konferansê de kêmasiyên me yên rêxistinbûn, têkoşîn û hilberînê hatine nirxandin û biryara rêxistinbûneke xweser hatiye dayîn."

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn encamnameya Konferansa 1. da. Di encamnameyê de hate gotin, ‘’Têkoşîna çand û huner şoreşger a ku bi Şehîd Mizgîn, Berçem, Sarya, Baran hatî û bi Ferîdeyan gihaştî asta herî bilind, bûne pir ku berxwedan û spehîtiya afirîneriya Adûle, Meryamxan, Eyşe Şan, Nesrîna Şêrwan, Sosiko Simon, Leyla Bedirxan, Fatima Îso, Merziye Rezazî pê gihandine me û hemû jinên berxwedêr.

Di encamnameyê de hate gotin bi têkoşîna jinên rêxistinbûyî wê pêşî li komkujiyê û qirkirina çandê were girtin, li Kurdistanê çawa ku di her qadê de têkoşîn tê dayin, her wiha di qada hunerê de jî berxwedan û têkoşîneke 40 salî heye: "Ev têkoşîna di rastiya xwe de parastina çandê, pêkanîna jiyana azad e. Têkoşîna me ya azadiyê ya destanî, romanî, helbestî, bi wateya xwe ya rasteqîn têkoşîn û berxwedaneke çandî ye.  Li ser şexsê jinan di tevahiya civakê de guherîn û veguherîna çandî, vejîn pêk tê.

'DI KONFERANSÊ DE JI NÛ AVAKIRIN ESAS HATE GIRTIN'

Konferansa me li ser zemîna îdeolojiya rizgariya jinê, ev rehek ji xwe re kiriye pîvan, di qada xebatê ya çand û hunerê de, ji bo tiştên ku me kirin û nekirin bi helwesta rexne-rexnedayinê rapirsînê vê hatiye kirin. Konferansa me ya xwe ji nû ve avakirinê, ku di dîroka têkoşîna azadiya jinê ya Kurdistanê de rûdaneke pêşî ye, biryardariya wê derketiye ku van nirxên xwe em xurttir lê xwedî derbikevin, bidin jiyîn û veguhezînin nifşên nû.

Di konferansê hin biryarên ku hatine girtin:

- Biryar hate girtin ku, ji  bo dawî li şertên esaretê yê Rêber Apo were ku çanda Kurdan a hatiye ber nemanê bi jinê re vejandiye, ji bo dewlemendiya çandî ya Mezopotamyayê bijî têkoşîneke bêhempa daye û her wiha ji bo ku tenduristî, ewlekarî û azadiya wî pêk were, bi ruhekî fedayî, ruhekî şoreşger têkoşîn were xurtkirin.

Em di pêvajoyeke wiha de ku di serî de li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û tevahiya Kurdistanê geşedanên şoreşî pêk tên, berdêlên mezin têne dayin, berxwedaniyê bi lehengî pêk tên. Em Konferansa xwe ya 1. a çand- hunerê ya Jinê diyarî şehîdên xwe yê rêveberiyê yên li Bakur dikin.

Biryar hate girtin ku, mîrasa şoreşger a ji lehengên pêşeng ên têkoşîna azadiya me û her wiha ên çand-hunera jin, ji Mizgîn, Berçem, Ferîde, Gulîstan û Sîdaran dewr hatiye girtin, di bin banê Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrînê de de hemû xebat werin rêvebirin, ku rêxistinbûyineke xweser a wiha ye nirxên azadîxwaz, demokratîk, ekololojî, çandî ya jinê ku afirînera çanda Mezopotamyaya qedîm e, ji xwe re esas digire.

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn, jiyan û têkoşîna hevrê Mizgîn-Gurbet Aydin- weke xeta kultur-hunerê û pêşengê wê dibîne.

Biryar hate girtin ku, di nav çarçoweya neteweya demokratîk de rêxistinbûyina gewherî û çand û hunera neteweya demokratîk bi hîkarî were pêşxistin organîzasyonên berbelav werin kirin.

Biyar hate girtin ku Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn di serî de navendîbûn, di her qadê de rêxistinbûyina xwe ya resen-xweser ava bike, di zemîna civakî de bi pergal bibe û bi vê mebestê jî ber bi sazîbûnê ve biçe.

Biryar hate girtin ku, divê em ji hişmendiya modernîteya kapîtalîst ku ya şaristaniya zilêm e, xwe rizgar bikin û teroiya çand û hunerê ya li ser hişmendiya modernîteya demkratîk kûr bikin, ji bo vê jî di hemû qadên hunerê e di perwerdehiyan de têrbûnek esas were girtin, akademiyên hunerê yên jinê werin avakirin.

Di xebatên çand û hunerê de divê rêxistinbûyina li ser esasê komun û meclîsan di hemû qadan de weke rêxistinbûyineke esasî were pêşxistin.

Li ser zemîna Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn divê Akademiya  Hozan Ş. Mizgîn were vekirin, di hemû qadên hunerê de yekîne werin avakirin, li gel perwedehiya îdeolojîk, çandî û hunerî, divê çand û xebatên kulturî, hunerî jî werin domandin.

Em weke endamên Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn soz didin ku, li ser zemîna girêdayîbûna bi bîranîna şehîdên me yên berz ku bi ruhekî fedaî û tevlêbûnê pêşengtî ji serdemê re kirine û bi berxwedana xwe ya bêhempa nîşan dane bê ka divê em çawa bijîn û çawa têbikoşin, em di xebatên çandê de, bi awayekî giştî li hemberî pêvajoyê rexneya xwe didin ku, em ê bi bi reng, zimanê jinê ku pêşenga berxwedanê ya serdemê ye û ferqa wê şoreşa kultur-hunerê bi ser bixînin.

...