YPS-JIN’ê fermandar Zeryan Denîz bi bîr anî

YPS-JIN’ê fermandar şehîd Zeryan Denîz bi bîr anî û got, “Wê bi tarzeke afirîner derbên mezin li dijmin xist.” Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin, “Werin tevlî nav refên YPS-JIN’ê bibin û li ser xeta xweparastinê em têkoşînê geştir bikin.”

YPS-JIN’ê di salvegera şehadeta wê ya 5’an de yek ji fermandara şehîd Zeryan Denîz bi bîr anî. Di daxuyaniya YPS-JIN’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di dîrokê de gelek berxwedanên demokratîk û azadîxwaz ên gelan hene ku li dijî mêtinger, hegemon û hêzên statukoparêz hatine kirin. Di berxwedana xwerêveberiyê de ya ku li Bakurê Kurdistanê hate kirin, gelê Kurd ji zarokan heta kal û pîran tevlî berxwedanê bûn, tax û kolanên xwe bi ruhê azadiyê parastin. Berxwedana xwerêveberiya bû berxwedana bi heybet a gelê Kurd.

EV BERXWEDAN BÛ QONAXEKE DÎROKÎ

Ev berxwedan bû qonaxeke dîrokî û faşîzma dewleta Tirk ji binî ve hejand. Vê berxwedanê planên çokdanînê yên dewleta Tirk pûç kir û hikumeta AKP’ê ber bi hilweşandinê ve bir. Vê têkoşîna komek ciwanên Kurd pêvajoyeke wisa ava kir ku dewleta Tirk sed salan jî nikare ji bîr bike. Ji ber paranoya tirsê bajarên berxwedanê kirin kalekol, ev jî aciziya wan diyar dike. Berxwedana xwerêveberiya demokratîk a ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Hezex û Silopiyê diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadiya xwe dikare her tiştî bike.

ZERYAN DENÎZ DERBÊN MEZIN LI DIJMIN XIST

Yek ji qehremana vê berxwedana bi heybet jî fermandar Zeryan Denîz e. Li Şirnexê ya ku keleha berxwedanê ye, li dijî bi hezaran leşker û polîsên dewleta Tirk bi gişî sed ciwanên Kurd jî derbên giran li dewleta Tirk xistin. Zeryan Denîz a ku pêşengtî ji berxwedana bajarê Şirnexê kir, bi tarza şerê afirîner derbên giran li dijmin xist. Heta nefesa xwe ya dawîn şer kir û wê mîrateyeke berxwedanê ya mezin ji me re hişt. Li dijî teknolojiya mezin, di nav bêderfetiyan de bûn xwediyê berxwedaneke destanwerî. Di temenekî ciwan de li Amedê tevlî tev refên tevgera azadiyê bû û her dem ciwan ma. Di nava jiyan û şer de her dem bi helwesta xwe ya mutewazî û bi biryar, di dilê gel û rêhevalên xwe de cih girt.

Ji fermandarên YPS-JIN Zeryan Denîz bi pratîka xwe nîşan da ku di şerê azadiyê de jin bi roleke bi çi rengî ya pêşengiyê radibin. Şervanî, hêz û sekna fedayî ya jinên Kurd di kesayetiya xwe de temsîl kir. Têkoşîna parastina rûmetê, welat û hişmendiya xweparastinê ya jinên azad bi jiyana xwe meşand. Di pêvajoya berxwedanê de bi sekna pêşeng rê nîşanî her kesî da. Bi tililiyên xwe ji berxwedanê re bû hêz, ji dijmin re jî bû kabûs. Şervanên YPS-JIN ku li çeperan hemûyan li refên herî pêş in, li ser şopa Fermandar Zeryan bi biryardarî û wêrekiyeke mezin dimeşin."

BANGA LI JINAN: TEVLÎ NAVA REFÊN YPS'Ê BIBIN

Di dawiya daxuyaniya YPS-JIN'ê de wiha hate gotin:

"Di salvegera 5'an a şehadeta wê de em hevrê Zeryan bi hesteke mezin a tolhildanê bi bîr tînin. Em ê rêbaza şer a hevrê Zeryan ku di şerê nava bajaran de afirand, li her derê belav bikin û bikin rêya serketinê. Di têkoşîna azadiyê de em ê bi pêşengiya jinan bibin Zeryan, Rûken, Delal û faşîzma TC'ê hilweşînin. Bi vê armancê em bang li jinên Kurdistanî hemûyan dikin ku tevlî nava refên YPS-JIN'ê bibin, bi hişmendiya xweparastinê têkoşînê mezin bikin. Em bang li jinên ciwan dikin ku bêyî dereng bikevin tevlî nava vê rêxistiniya xweparastinê ya li her qadê bibin, bibin rêwiyên rêya serketinê ya mîrateya şehîdên me."