YPG: Li dijî berfirehkirina dagirkeriya ti hêzekê em bêdeng namînin!

Fermanariya Giştî ya YPG’ê ji bo salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek da û got: “Li dijî berfirehkirina dagirkeriya ti hêzekê em bêdeng namînin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li dijî berfirehkirina dagirkeriya ti hêzekê em bêdeng namînin. Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê  sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike, ji her demê bêhtir derxin holê û nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bal kişand ser van xisûsan:

‘BÊ KU SÎNOR BÊN NASKIRIN LI SER SIVÎLAN KOMKUJÎ TÊ KIRIN’

“Ev du sal in dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê dagirkeriya Efrînê berdewam dikin. Di herêmê de bi her cûre bêmafî, kiryarên derveyî mafê mirovan û guhertina demografî pêk tînin. Dagirkeriya bi Efrînê destpê kirî, bi Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dike û li hember gelê me û gelên Bakurê Sûriyê bêyî ku ti sînoran nas bike komkujî pêk tîne.

‘GUHERTINA DEMOGRAFÎ YA LI EFRÎNÊ NIHA LI GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ JÎ TÊ KIRIN’

Dewleta Tirk a dagirker ya ku hemû hêza xwe ji bo rewa nîşandana dagirkeriya xwe bikar tîne, bi armanca astengkirina pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê  rûxandina pêşketinên demokratîk ya ku gelê me li derdora hevjiyana azad ava kirî, li hember xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê plangerî û êrîşên xwe yên dagirkeriyê roj bi roj berfireh dike. Dagirkerî û guhertina demografî ya ku roja me ya îro roj bi roj pêk tîne berdewamiya dagirkeriya beriya 2 salan e ku li ser Efrînê daye meşandin. Îro jî li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê vê dagirkeriya faşîzm berfireh dike û demografiya herêmê dide guhertin.

BÊDENG IN

Xaka Efrînê ya ku îro têde bi her awayî binpêkirinên mafên mirovan ku paqijiya etnîk û bi awayekî sîstematîk talankirina dewlemendiyên bajar û gel jî di nav de ye, tên jiyîn. Erdnîgariya Efrînê di encama kiryarên faşîzan ya dewleta Tirk de bi vê rewşê re rû bi rû maye û tevahî cihan çawa ji bo dagirkeriya Girê Spî û Serêkanî bêdeng maye, ji bo Efrînê jî ev du sal derbas bû lê belê hîna dagirkeriya dewleta dagirker a Tirk rewa dibînin û tu bertekên pêwîst li hember vê dagirkeriyê nîşan ne dane.

‘LI DIJÎ BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ EM BÊDENG NABIN’

Em YPG û YPJ li hember berfirehkirina dagirkeriya ti hezekî û pêkanînên faşîzan bêdeng namînin. Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de bin. Em diyar dikin ku em ê  sekna xwe ya berxwedêr ya li hember dewleta dagirker ya ku zimanê dagirkeriyê bikar tîne û êrîşên dagirkeriyê berfireh dike, ji her demê bêhtir derxin holê û nirxên gelê xwe û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Bi vê boneyê em tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û soza rizgarkirina Efrînê ji bo tevahî gelê xwe dubare dikin. ji bo vegera gelê xwe li ser xakên xwe yên pîroz bi hemû awayî tekoşîn wê berdewam bikin.”