Yasîn: PKK nebûya şoreş jî nedibû

Mûstafa Yasîn ê ji Hesekê ku piştî Pêngava 15'ê Tebaxê PKK nas kir, wiha got "Eger têkoşîna PKK'ê nebûya, em nedigihîşt vê serdemê. Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye."

Mûstafa Yasîn Mihemed Elî yê ji Hesekê qalê kir bê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çawa nas kir û bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li ser Rojava ji ANF'ê re nirxand.

Mûstafa anî ziman ku di salên 1981-1982'an de dema ji bo serdana xizmên xwe çû Bakurê Kurdistanê hingî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û got, "Gava ku vegeriyam Rojava min ji her kesî re qalê kir, lê me baş nizanî bû ku partiyeke çawa ye. Piştî ku me ji Radyoya BBC çalakiya 15'ê Tebaxê bihîst, me têkoşîn baştir nas kir. Dema ku fîşeka destpêkê hate teqandin, partiyên din daxuyanî dan û gotin, 'Eger ev tevger êrîşî qereqolên Tirk bike wê dewleta Tirk xelkê me qetil bike'. Ne bi wî rengî bû. Wan ji bo Kurdistanê şer dikirin. Bi gava ku di 15'ê Tebaxê de hate avêtin re hêrsa me ya li dijî dijmin mezintir bû. Me nerazîbûn nîşanî wan kesan dan ku li ber vê çalakiyê radibûn."

Mûstafa ragihand ku wî cara yekemîn sala 1986'an li Şamê li nava xwendekaran navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîst û piştre belavokên têkoşînê hatin û got, "Bi xwendina wan me hewl da baştir fêhm bikin. Di 15'ê Tebaxa 1991'ê de tevî bavê xwe em derbasî Lubnanê bûn û me Rêbertî dîtin. Rêbertî got, PKK'iyekî bi tenê jî bimîne wê Kurdistanê azad bikin. Ev yek ji bo me hemûyan çavkaniya pê baweriyê bû. Piştî ku me ew dît, baweriya me zêde bû û em tevlî kar bûn. Eger fikir û têkoşîna PKK'ê nebûya em nedigihîşt vê serdemê. Serketina Şoreşa Rojava berhemeke vê têkoşînê ye."