‘Xeta Mezlûm û Egîd diyarker e’

Ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî destnîşan kir ku di dîroka PKK’ê de xeta Mezlûm û Egîd derketiye pêş; Mezlûm Egîd rêxistin kir, Egîd jî xwedî li mîrasê Mezlûm derket.

Ji Fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes û Eylem Ronî Hefteya Lehengiyê, lehengî û Egîdbûn ji ANF’ê re nirxandin.

PKK LI KURDISTANÊ RASTIYA HERÎ BER BIÇAV A ÇANDA EGÎDÎ YÊ YE

Fermandara YJA Starê Emîne Erciyes qala çanda berxwedanê ya di dîroka Kurdistanê ya bi pêşengtiya PKK’ê der ket û Egîdî kir nirxand û got: “Ji berxwedana Kawayê Hemdem Mezlûm Dogan a di şexsê xwe de da pêş, heta hevrê Fermandar Egîd ku gava yekem a gerîlatiyê li çiyayên Kurdistanê avêt û roja îro bi sedan leheng li çiyayên Kurdistanê têkoşîn kir. Di dîroka Kurdistanê de çandek ya Egîdî ku em dibêjin çanda lehengiyê heye. Egîdên eşîran, beşek diyar û erdnîgariyan hene. Ev Egîd li dijî êrîşên li ser civakê û serdestan bê ku derfetên wan ên hêzekî hebin bi vîna xwe rabûne civak parastine. Mînakên vê di dîroka Kurdistanê de pir in. Nimîne; Yek ji van Derwêşê Evdî ye. PKK di vê dîrokê de rastiyeke ku lûtkeya herî bilind a lehengiyê îfade dike.

 ‘ÇALAKIYA HEVRÊ MEZLÛM MANÎFESTOYA ÇANDA BERXWEDANÊ YA KURDISTANÊ YE’

Erciyes bal kişand ser çalakiya qadroyê pêşeng ê PKK’ê Mezlûm Dogan wiha pêde çû: “ Hevrê Mezlûm kadroyekî pêşeng bû û li ser vî bingehî çalakiya ku bikira wê bibûna çalakiya çanda berxwedana Kurdistanê. Li aliyekê teslîmyet dihate ferzkirin, li aliyê din di kesayetiya Mezlûm de berxwedana lehengî hate avakirin. Berxwedana bi hevrê Mezlûm destpê kir, bi Kemalan, Xeyiriyan û Ferhatan dom kir. Çalakiya hevrê Mezlûm manîfestoya çanda berxwedanê ya Kurdistanê ye. Vîna ku parçe parçe bedena xwe heland û xwe ji nû ve ava kir, peyameke berxwedanê ya ji zindanan bigihêje çiyayan bû. Bersiva berxwedana zindanan bê şik û guman Pêngava 15’ê Tebaxê ta Hevrê Egîd bû. Bi teqandina guleya yekem re û heta roja îro li her cihê çiyayên Kurdistanê di şexsê gerîla de pêvajoyeke lehengiyê da destpêkirin.”

 ‘RONAHÎ Û BÊRÎVAN BERDÊLÊN AZADIYÊ NE’

Fermandar Emîne Erciyes destnîşan kir ku di dîroka berxwedanê de lehengiyên derketin holê ruheke fedayî yê nû derxist û bal kişand ser milîtanên jin ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê bû fedayî û leheng û ev nirxandin kir: “Her çendî Hefetya Lehengiyê ji Mezlûman bigire heta Egîdan tê girtina dest jî lê di nava bê hefteyê de bi taybet divê jinên berxwedêr û leheng jî bên bibîranîn. Zekiye Alkan li dijî teslîmyeta li Amedê dihate ferzkirin bi gotina; ‘Amed wiha li ber xwe bide’ li ser sûrên Amedê agirê Newrozê bi bedena xwe pê xist. Li peyv êv Rehşan Demîrel li Kadîfe Kale ya Îzmîrê çalakiya xwe ya mezin pêk anî. Her wiha Ronahî û Bêrîvan jî li Elmanyayê dest dan destê hev li qiraxa çem rawestiyan û peyama ‘Li gel me çem jî bi herike, eger ku azadî nebe em ê xwe bi agir paqij bikin’ da. Ronahî û Bêrîvan berdêlên azadiyê ne. Ev çanda berxwedanê bi Sema Yucel jî dom kir. Em dema li vê dinêrin dibînin ku ruhê lehengiyê bi demê re fedayîtiyê di afirîne. Bi vî awayî PKK’ê ruheke nû afirand, qehremaniyek nû û cesaret derxist holê.

 ‘ŞEHÎDAN BI BERXWEDANÊ RE JIYANEK NÛ Û MODELEKE NEFERÊ AZAD AVA KIR’

Fermandar YJA Starê Eylem Ronî jî bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Egîd û got: “Ji roja derketina PKK’ê heta îro dema em li dîrokê dinêrin, li her qadê di her pêngavê de bi dehan qehremanî derketine. Di dîroka Kurdistan û rastiya Kurdistanê de ev yek derketiye holê. Ji bo gelê Kurd û PKK’ê meha Adarê meheke pir girîng û wate ye. 28’ê Adara 1986’an fermandarê şerê mezin hevrê Egîd şehîd dibe. Şehîdên me xet û îdeolojiyekê îfade dike. Wan bi fedekarî, bi hewldanên ji bo têkoşînê dayîn bi girêdana xwe ya bi azadiyê re xetek, şêwazê jiyanek û modeleke ya ferdê azad ava kirin.”

 ‘SEKNA FERMANDAR EGÎD DARBEYEK BÛ LI DIJÎ HIŞMENDIYA SERWER’

Ronî bi domderî got: “Karekterê hevrê Egîd li dijî hişmendiya serwer, li dijî zayendperestiya civakî, dîsa li dijî kareketerê mêr ê sîstema kapitalîst avakirî darbeyek bû. Eger mirov behsa mêr bike divê xwedî karekterekî mîna Egîd be. Ji bo vê Rêbertî dibêje; ‘Me mêrê dibe Egîd, jina dibe Zîlan ava kir.’ Yê ku Egîd bi têkoşînê dayî naskirin hevrê Mezlûm Dogan e. Ji aliyekê ve yê rê nîşan dayî ye. Di vê wateyê de ji bo xwedî li mîrasê Mezlûm Dogan derbikeve, bûye şoparekî herî mezin ê wî. ”

‘PÊŞENG DIVÊ MÎNA EGÎD BE’

Ronî bal kişand ser kesayeta Mahsûm Korkmaz û got: “Hevrê Egîd ji hevrê Mazlûm pir bandor dibû. Mehsûm Korkmaz hewariyeke yê felsefeya Apoyî ye. Dema mirov dibêje hevrê Egîd, rêxistin, hişmendiya azadiyê, disiplîn, dilnermî, fedekarî tê bîra mirov. Niha jî ji bo gelê Botanê bêjî Egîd wê av rawest e. Ji ber ku sekna hevrê Egîd girêdanekî mezin a gel dabû çêkirin. Lehengî tam jî ev e, bûna pêşeng divê mîna hevrê Egîd be. Egîdan û Zîlanan di şexsê xwe de civaka nû û divê ferdên vê civakê çawa bin da nîşandan.”