Welatparêzê Kurd Metîn Topçû jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Metîn Topçû yê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd ê ji Riha-Wêranşarê Metîn Topçû yê li bajarê Hemmoor ê eyaleta Saksonya Jêrîn a Elmanyayê, doh êvarê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Topçû yê 50 salî zewicî û bavê 8 zarokan bû. Li Ewropayê hema bêjin tevlî hemû çalakiyan dibû.

Ji ber nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû gelek caran avêtin ser mala wî.

Cenazeyê Metîn Topçû piştî karên li konsolosê wê ber bi Wêranşarê ve bê şandin.