Welatiyên Mexmûrê: Dagirker û hevkar bizanin em serî natewînin!

Welatiyên Penaber ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li dijî êrîşên dagirkerî û bomberdûman duh şev a li ser cihên sivîl daketin qadan û meşiyan.

Balafirên şer ên Tirk ên dagirker şevê din Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombe kirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dîjî bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk a ser wan meşiyan. Meşa ku li ber deriyê şaredariya wargehê destpêkirî heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dom kir. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo','Şehîd Namirin' û 'Bimre Xiyanet’ hatin berzkirin.

Li ber deriyê NY'yê ji bo tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamosta Hesin Demir ve hate xwendin.

‘ÊRÎŞÊN DAGIRKERÎ Û MÊTINGERIYÊ LI SER XAKA KURDISTANÊ TÊ KIRIN’

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em gelê Kurd û Kurdistanê di pêvajoyên girîng ên ku ber bi serkeftinê ve diçe ve derbas dibin. Li her parçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkerî û mêtîngerî li ser xaka Kurdistanê tê kirin. Hemû cîhan li hemberî vê dagirkeriyê çavên xwe girtine. Di sala 2012’an de de çeteyên dewleta Tirk a bi navê DAÎŞ’ê êrîşekî dagirkirinê li ser xaka Başûr û tevahiya Rojavayê Kurdistanê pêk anîbû. Ji bo gelên bindest şoreş tê wateya hebûnê. Ji bo gelê Kurd pêkanîna şoreşê hêviya azadbûnê ye. Bêguman ev hêviya azadiyê li Rojavayê Kurdisyanê şîn bûye û bûye sembolek ji bo gelê azadîxwaz.”

‘ŞOREŞA ROJAVA BÛYE ALTERNATÎFA LI DIJÎ SÎSTEMA KOLEKIRINÊ’

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandina li ser şoreşa Rojava û wiha domand: “Dema em li bingeha dewletê temaşe dikin armanca kolekirina gelan e. Şoreşa Rojava jî bûye alternatîfek li himberî sîstema kolebûyînê. Ji bo vê yekê ye jî hertim dibe hedefa êrîşên hemû cîhanê. Mînaka vê ya herî ber bi çav dagirkirina Efrînê ye. Em vê şoreşê destpêkê li Rêbertî, gaziyên vê şoreşê û tevahî gelê Kurd pîroz dikîn. Hemû şehîdên ku di vê şoreşê de şehîd ketine bibîr tînin û em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

‘BILA DAGIRKER Û HEVKARÊN WÊ DÎSA HÊZÊN BÊDENG BIZININ, EM SERÎ NATEWÎNIN’

Daxuyanî bi van gotina bi dawî bû: “Di heftemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, êrîşa li ser gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî pêk hatî ne ji rêzê ye. Armanca dewleta dagirker û faşîst a Tirkiyeyê ew e ku Kurdek li ku bijî xwe bigihîne û tine bike ye. Wekî wargeha Mexmûrê jî her roj çi di aliyê leşkerî de û çi jî di aliyê siyasî de bi êrîşên cuda re rû bi rû dimînine. Dîsa bêdengmayîna NY û hikûmeta Iraqê tê wateya alîkarbûyîna vê êrîşê . Bila dewleta dagirker û hevkarên wê yên wek PDK'ê baş bizanibin gelê Wargehê ti carî li hemberî van êrîşan serî natewînin. Ji xeta têkoşîn û berxwedaniyê paş de gav navêjin. Ji ber ên berxwe didin ser dikevin. Em dubare vê êrîşê şermezar dikin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo', 'Bijî Berxwedaniya gelên bindest', 'Bimre Dagirkerî û hemû cûre koletiyê' bi dawî bû.