Ulaş ê 21 salî ev 105 roj in di  greva birçîbûnê de ye

Zekî Ulaş ku dema 12 salî bû ji ber ku kevir avêtî polis hatibû girtin, ev 105 roj in greva birçîbûnê didomîne.Ulaş dema ku bi telefonê bi diya xwe re axivî got, ‘’Têkoşîna we ya li qadan wê me serfiraz bike’’.

Greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Yek ji çalakgeran jî Zekî Ulaş e ku hê 12 saliya xwe ji ber kevir avêtibû polîsan hatibû girtin û niha 21 salî ye.

Malbata Ulaş ku ji gundekî Sêrtê bûn, beriya bi 30 salî ji ber zext û zordariyên dewletê û êşkenceyên wê ji bêgavî koçî Edene kirin. Malbata Ulaş ku diyar kirî tim bi hesreta welêt in, îro hê jî li benda wê rojê ne ku vegerin ser ax û warê xwe. Zekî Ulaş zarokê 4’an ê malbata 8 zarokî ye.
Ulaş ê ku dev ji lîseyê qeriyayî, dema ku ji bo dawetekê diçe gund hesrata welêt ketibû dilê wî.Tim ji diya xwe dixwest ku jê re behsa gund bike. Digot xeyala wî ya herî mezin jî ew bû ku li gundê xwe yê ku dijmin şewitandî xaniyekî çêbike.

‘JI ME DIXWAZIN KU EM LI BER XWE BIDIN’

Piştî ku dev ji dibistanê diqere her çendî li çend deveran bi dixebite jî bêhtir wextê xwe li nav xebatên ciwanan derbas dike. Ulaş di çalakiyê de ku ew jî di nav de bû, ji ber ku wêneyekî wî hatibû girtin biryara girtinê li ser wî derdixin. Sibeha êvara ku hatî girtin diya wî kutilk jê re çêkiribûn, ku pir jê hez dikir. Dayika wî dema ku vê dibêje, hêstir bi çavên wê dikevin û dibêje, ‘’xwezî bixwara û wiha biçûya’’.

Ulaş ê 12 salî ku bi hinceta ku kevir avêtî polîsan doz lê hatî vekirin, 1 sal û 3 meh ceza lê hate birin. Li Girtîgeha Osmaniye ji ber ku neçû dadgehê 1 sal û 8 mehên din jî ceza lê hate birin, ev 105 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hamîde  Ulaş ku pir fikara kurê xwe dike dibêje, ‘’Ew li hundir û em jî li derve li ber xwe didin. Rewşa wan ne baş e lê li gel vê jî moralê wan baş e û li ber xwe didin. Ji me baştir in, lê pir li xwe şikandine. Kurê min dibêje, rewşa hevalên wî giran e. Got, hevalekî wî bûye 34 kîlo. Tekane daxwaza wan ji me ew e ku em li ber xwe bidin.’’

Dayika Ulaş got heftiya bihurî çûye serdana wan û wiha got: ‘’ Kurê min ji bêdengiya derve gazinan dike. Dibêje, ‘’çima dengê me baş nayê bihîstin. Tekane hêviya me hûn in. Têkoşîna we ya li qadan wê me serfiraz bike.’’