Tîmên YPS'ê li sê bajaran çalakî kirin

Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Harûn Koçer ên YPS'ê ragihandin ku wan li Amed, Colemêrg û Mersînê çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniya Tîmên Bersivdanê, bi çalakiyên li sê bajaran wan pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' hatiye silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 18'ê Îlonê li navçeya Erdemlî ya Mersînê li dijî navendeke tûrîstîk çalakî hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku 19'ê Îlonê saet di 20:30'î de li dijî firoşkarên narkotîkê li kolana Gungor a navçeya Geverê ya Colemêrgê 'çalakiya cezakirinê' hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê 14'ê Îlonê li Sîteya Pîşesaziyê ya Mersînê li hemberî depoyeke parçeyên qemyonan çalakiya bersivdanê pêk hatiye. YPS'ê diyar kir ku di encama çalakiyê de depo bi temamî şewitî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 8'ê Îlonê li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê bi bombeyan li dijî qereqolê çalakî hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama çalakiyê de panîk ketiye nava qereqolê, lê li ser hejmara kuştî û birîndaran agahî nehatiye bidesxistin.