Sunger û Tabak li Stûttgartê hatin bibîranîn

Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê Adil Sunger û Ruhat Tabak hatin bibîranîn.

Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Ruhat Tabak (Çekdar Botan) ên Hezîrana 2016’an li Qendîlê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, hatin bibîranîn.

Bîranîna ku bi sedan kes tevlî bû, siyasetmedara jin a Kurd Zozan Serhat axivî û got: “Şehîdên me rêya me ronî dike. Her demê di hişmendiya me ya têkoşînê de eyneya me ne. Em bi şehîdên xwe yên siberoja me ronî dikin serbilind in, li ber têkoşîna wan bejna xwe ditewînin.”