Sozda Efrîn: Em ê bajarên dagirkirî rizgar bikin

Ji fermandarên YPJ'ê Sozda Efrîn diyar kir ku wê bi baweriya gelê xwe, herêmên dagirkirî rizgar bikin û ji bo vê armancê jî bi taybetî bang li ciwanan kir.

Ji fermandarên YPJ'ê Sozda Efrîn, liv û tevgera çeteyên DAÎŞ'ê ya li kampa Holê, hewldanên ji bo jinûve çalakkirina DAÎŞ'ê û têkoşîna şervanên YPJ'ê ji ANF'ê re nirxand.

LIV Û TEVGERA JINÊN DAÎŞ'Î YA LI KAMPA HOLÊ

Fermandar Sozda Efrîn bi bîr xist ku piştî rizgarkirina bajarê Dêra Zorê, çeteyên ku teslîm bûn bi taybetî jî jinên DAÎŞ'î li kampeke li Holê hatin bicihkirin û got, "Lê belê jinên DAÎŞ'î careke din dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve çalak bikin. Tevû hemû hovîtiya çetayan jî, exleq û pîvanên me hene. Bi van rêgezan em têkoşîna xwe didomînin û bi ti awayî zerar li jinên DAÎŞ'î nehatiye kirin. Niha jî em dibînin ku li kampa Holê de tevî çeteyan zerarek mezin bi me û gelê me dane kirin, ewqasî keçên me kuştin, revandin, bi dehan hevalên me serê wan jêkirin, qetil kirin jî, lê em berovajî her tim bi exlaqê însanî nêzî wan bûn. Tevî hemû tiştan jî, em dixwazin ji wan re bibin alîkar ji bo hişmendiya wan a li himber mirovahiyê biguherin. Ji bo bikeve xizmeta mirovahiyê. Lê niha tiştên ku li kampa Holê derdikevin, berovajî ye. Li kampa Holê wek hemû kes jî dibêjin DAÎŞ’ê xilas bûye, lê DAÎŞ'ê bi dawî nebûye. Tenê bi jinên kampa Holê jî ma be dixwazin dîsa nû ve DAÎŞ'ê çalak bikin. Roxmî ewqasî em parastina wan dikin, bi her awayî alîkarî didin jî, lê di nava wan de nêzîkatiyek ku hevdu napejirînin heye. Yên ku dixwazin di rêya rast de bimeşin bi awayekî veşartî wan kesan dikujin. Di nava kampa Holê de bi dehan bûyerên wisa qewimîn. Wek jinên ku dixwazin xwe serarast bikin, wan di bin konan de difetisandin, yan jî bi amûren tuj bi awayekî hovane di konan de dişewitinîn û qetil dikin. Cenazeyên wan jinên qetilkirine di bin konan de diveşêrin, ji bo hezên me yên ewlekarî nebînin. Ji ber pratîkên wan, em dibînin DAÎŞ xilas ne bûye, zarokên li kampa Holê hîn jî bi awayekê dibêjin 'em hene û em ê DAÎŞ'ê dîsa çalak bikin'. Ew hişmendiya wan jinên çeteyên DAÎŞ'ê ye ku wan fêr dikin."

'XETERÎ HÎN JÎ LI SER MIROVAHIYÊ HEYE'

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn bal kişand ser darizandina wan kesên sûcdar û wiha pêde çû; "Em dikarin peşî ji nû ve çalakbûna çeteyên DAÎŞ'ê bigrin. Tê zanîn danûstandina dadgehên me bi mafê mirovan re çêbûn, da ku em bi awayek adilane çeteyên di destên me de bidarizînin. Ji ber di nava kampa Holê de ji gelek netewên cuda jin hene. Em dixwazin wan radestî welatê wan bikin, lê heyanî niha jî, ji aliyî tu dewletên navneteweyî tu bersivek derneketiye. Roxmî derfetên kêm jî, em dixwazin ewlekariya derdora qampa Holê xurtir bikin. Em dîsa bal bikşînin, zarokên ku niha di nava kampa Holê de mezin dibin, cardin bi wan zarokan tenê ma be wê DAÎŞ bi heman hişmendiyê xwe çalak bikin. Kesî bawer nedikir ku çeteyên DAÎŞ'ê xwe radestî şervanên YPJ'ê bikin. Em dikarin bêjin bi berxwedanek mezin têkçûnek dîrokî li Dêra Zorê bi serê çeteyên DAÎŞ'ê hat. Ger bi awayekî adilane neyên darizandin, em dikarin bêjin xeterî li ser tevahî mirovahiyê heye. Ji ber hîn jî şaneyên razayî bi dawî nebûne û di heman demê de cardin dixwazin di qampa Holê de çeteyên DAÎŞ'ê xwe nû bikin."

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn destnîşan kir ku ew bi hemû derfetên xwe dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê xilas bikin û heremekê bi ewle ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî gefên dewleta Tirk di vê demê de li ser herêmên Bakurê- Rohilatê Sûriyê û çalakkirina çeteyên DAÎŞ'ê ne tiştek bi tesadûfî ye. Cardin bi kiryarên çeteyên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di heman demê de kiryarên çeteyên DAÎŞ'ê di qampa Holê de tên kirin,  ji hev ne qut in. Di vir de em fêm dikin, ji bo çeteyên DAÎŞ'ê çalak bibin alîkariyê ji dewleta Tirk dibînin. Bêguman tevahî cîhan van kiryarên dijmirovahiyê dibînin, lê tu bertek nîşan nadin. Lê dîsa jî, emê bi derfetên xwe ji bo pêşî çalakbûna çeteyên DAÎŞ'ê bigrin, çi ji deste me were em ê bikin."

'EM Ê BAJARÊN DAGIRKIRÎ RIZGAR BIKIN'

Fermandara YPJ'ê Sozda Efrîn diyar kir ku ew her tim bi gelê xwe re ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ewlekariya gelê xwe çi ji destê me were em ê bikin. Ji bo ciwanên me yên derveyî welat jî, bangawaziya me ew e ku ji bo ewlekariya welatê xwe çi pêwîst be, li gor wê tevbigerin û rûmeta welatê xwe ji bo bikaribin biparêzin bi rol û misyona xwe rabin. Her wiha ji bo rizgarkirina axa me ya ku hatine dagirkirin, xwe amade bikin. Em jî soz didin ku heta her zarokekê diqêre û dibêje; 'Bê Efrîn jiyan nabe, em ê vegerin warên xwe'. Ji bo wan zarokan tenê jî ma be, em ê bi hemû hêza xwe rol û misyona dikeve li ser milê me ji bo rizgarkirina her sê bajarên me yên dagirkir û hemû xaka welatê xwe biparêzin. Em ê bi hêza gelê xwe bi ser bikevin, em ji weke hêza YPJ'ê amade ne ji bo welatê xwe û ji bo gelê xwe canê xwe feda bikin. Em jî wek şervanên gelê xwe bi bawerin ku gelê me jî, ji bo serketinê xwe amade dikin û serketin wê bibe ya me."