Serpêhatiya perwerdeya bi Kurdî ya li Rojava çawa dest pê kir?

Beriya şoreşê qedexe bû û cezayê xwe jî giran bû. Lê belê şovalyayên zimanê Kurdî ew qedexe ji holê rakirin. Deriyên dibistanên zîhniyeta qedexekar yek bi yek hate şikandin û perwerdeya bi pir zimanî, pir rengî diyarî nifşên nû kirin.

Menal Mihemed Emîn yek ji wan mamosteyan e ku li Rojava bi destpêkirina şoreşê re ji bo perwerdeya bi Kurdî têkoşiya.

Menal Mihemed Emîn a ji Dêrikê, hîn ji dema xwendina zanîngehê ve ji bo Kurdî têdikoşe.

Menal dema li Zanîngeha Helebê dixwend, ji ber ku bi rengekî veşartî dersa Kurdî dida ji aliyê rejîmê ve dihate darizandin.

Tevî ku zanîngeh qedand, rejîmê ew xiste kategoriya 'bi guman e' û dîploma neda wê.

Menal bi bîr dixîne ku di vê mijarê de ji ber ku ew tenê dihate darizandin bi şens bû, ji ber ku gelek mirov bi hinceta ku perwerdeya bi Kurdî didan bi salan li girtîgehê hatin hiştin.

Piştî ku li Rojava dengê lingê şoreşê hat, Menal jî cihê xwe di nava Saziya Zimanê Kurdî de girt û niha li Qamişloyê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Qamişloyê ye.

Me ji Menal Mihemed Emîn xwest ku qala serpêhatiya perwerdeya Kurdî ya li Rojava bike. Menal dibêje, "Em biçin cihê ku gava destpêkê lê hate avêtin" û berê xwe didin Dêrikê.

Menal bi bîr dixîne ku li Rojava ji bo perwerdeya bi Kurdî mirovan gelek berdêlên mezin dan û gelek kes ji ber ku perwerdeya bi Kurdî dan hatin girtin û destnîşan dike ku rejîma Sûriyeyê perwerdeya bi Kurdî ti carî qebûl nake.

Menal bi bîr dixîne ku di dema rejîmê de mirovên ku dixwestin bi Kurdî hîn bibin bi şev bi çar, pênc kesan bi rengekî veşartî li malan dihatin cem hev û dibêje, "Ji bo wê jî diviyabû ji mirovên perwerde didîtin bi du qata zêdetir mirov dibûn nobedar."

Dema ku em gihîştin Tirbêspiyê Menal anî ziman ku li vir cihekî wan bi veşartî perwerdeya bi Kurdî didan heye, ew der jî Dibistana Şehîd Nezîr e.

HEJMARA ME NE ZÊDEYÎ TILIYÊN HERDU DESTAN BÛ

Dema ku em ketin hewşa mala ku weke dibistanê dihate bikaranîn, ji mamosteyên wê demê Goran Şakir qalê kir ku wê demê çawa perwerde didîtin. Goran Şakir anî ziman ku hingî hejmara wan ne zêdeyî tiliyên herdu destan bû.

Goran Şakir diyar kir ku rejîm wê demê bi hemû hêza xw eli herêmê bû, hejmara wan kêm jî be perwerdeya bi Kurdî didan û got, "Yên ku li vir perwerde dîtin bûn mamosteyên destpêkê yên şoreşê."

Dema ku em bi rê ketin û gihîştin Girkê Legê mamoste Menal dibêje ku li vî bajarî jî malek heye ku ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî bi kar dianîn.

MALÊN MALBATÊN ŞEHÎDAN DIBISTAN BÛN

Dema ku em gihaştin wê malê, tabelayek li ber çavê me ket ku li ser wê 'Navenda Çand û Ziman a Şehîd Kawa Dil a Girkê Legê' dinivîsand.

Mamoste Menal bi bîr dixîne ku Şehîd Kawa dema ku diçû zanîngehê 'ji bo çand û zimanê xwe berê xwe da çiyê' û diyar dike, "Ev mal ji aliyê malbata wî ve ji bo karên perwerdeyê ji me re hate dayin."

TÊKOŞÎNA JI BO PERWERDEYA BI KURDÎ

Mamoste Menal radigihîne ku li vê mala ji du odeyan gelek kes perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin û dibêje, "Li Sûriyeyê bi destpêkirina şerê navxweyî re me biryar dan ku ji bo li dibistanan perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdî perwerde bê dayin zextê li rejîmê bikin."

Piştre em berê xwe didin gelek dibistanên li bajêr û mamoste Menal qalê dike: "Di civîna me de ya li vê dibistanê, biryar hate dayin ku em derbasî perwerdeya bi Kurdî bibin. Gelek mirovên ji me jî li ber rabûn. Ji ber ku gelekan di heman demê de li nava sîstema rejîmê mamostetî dikir û diyar dikirin ku rejîm wê ti carî vê qebûl neke."

BIRYARA BICIHKIRINA PERWERDEYÊ LI DIBISTANAN

Mamoste Menal dibêje, "Ji xwe bi wî rengî bû" û wiha dewam dike: "Di civîna xwe ya wê şevê de me biryar dan ku nabe êdî perwerdeya bi Kurdî bi rengekî veşartî bê kirin û divê perwerde derbasî dibistanan bê kirin."

ROJA BICIHANÎNA BIRYARÊ

Mamoste Menal anî ziman ku destpêkê ew çûn dibistaneke li Çilaxayê, ketin odeya midûr û wiha dewam kir, "Midûrê dibistanê got, 'xêr e hûn çi dixwazin'. Me jî got, hûn karê xwe bikin, em ê jî karê xwe bikin. Em ê perwerdeya bi Kurdî bidin."

REJÎMÊ DERSA HILBIJARTÎ JÎ QEBÛL NEDIKIR

Mamoste Menal diyar dike ku rejîmê ev yek qebûl nekir, li hin deveran êriş kir, hêzên xweparastinê jî bersiv dan û anî ziman, "Teqez qebûl nedikirin. Qebûl nedikirin ku bibe derseke hilbijartî jî. Hin hevalên me destgîr kirin, gef li wan xwarin, li hin deveran xwendekar û malbatên wan sor kirin. Lê belê me tawîz nedan."

WEZÎFEYA ŞIKANDINA DERIYAN A DAYIKAN BÛ...

Mamoste Menal dibêje, "Rejîmê li gelek deveran dibistan girt" destnîşan dike ku ew jî li pêşberî vê yekê bêçare nebû.

Mamoste Menal wiha dewam dike; "Me jî yek bi yek deriyên dibistanan şikandin û dest bi perwerdeya bi Kurdî kirin. Karê şikandina deriyan jî yê dayikan bû. Her roj me deriyê çend dibistanan dişikandin. Hin dayik di destê wan de hors û dihatin. Me bi vî rengî li herêmê li hemû dibistanan dest bi perwerdeya bi zimanê dayikê kir."

REJÎMÊ HEBÛNA XWE LI SER PERWERDEYÊ AVA KIRIBÛ...

Mamoste Menal dibêje, "Rejîmê wîlayet, bajarên li Sûriyeyê winda dikir, lê belê ev yek bi qasî şikandina deriyekî dibistanê bi zora wan nediçû" û vê tespîtê dike: "Ji ber ku rejîmê hebûna xwe li ser sîstema perwerdeyê ava kiribû û tunebûna xwe di vê de didît."

LI ROJAVA DIBISTANA DESTPÊKÊ YA KURDÎ

Mamoste Menal di tevahiya rêwîtiyê de qala têkoşîna perwerdeya bi Kurdî ya li Rojava dike. Em digihêjin gundê Besta Sûsê yê li herêma Koçeratê ya Dêrikê, ku dibistana destpêkê lê hate vekirin.

Dibistana Şehîd Dîcle ku li Rojava dibistana destpêkê ya perwerdeya bi Kurdî bû, li vî gundî hatibû vekirin. Cihê ku em jê re dibêjin dibistan, maleke ji du odeyan e. Niha jî malbatek tê de ye. Mamoste Ciwan Îbrahîm qala çîroka vê dibistanê dike.

MÎNA XEWNEKÊ BÛ...

Mamoste Ciwan dibêje, "Ya rast ev dibistan di heman demê de ji bo pîvandina nerazîbûna rejîmê ya li perwerdeya Kurdî hatibû vekirin. Bi coşeke mezin hate vekirin. Ji gundên derdorê bi hezaran kes hatin vê derê ji bo dibistana destpêkêya Kurdî bibînin. Mîna şahiyekê bû. Mamoste Hemîd dersa destpêkê da ku me ew çend roj berê winda kir. Ne tenê zarok her wiha mirovên 70 salî jî hatibûn merasîma vekirinê. Mîna xewnekê bû..."

JI SÎSTEMA QEDEXEKAR BER BI MODELA PERWERDEYA BI PIRZIMANÎ

Mamoste Menal di dema vegerê de dibêje, "Di perwerdeya zimanê dayikê de ku me bi hejmareke ne zêdeyî tiliyên herdu destan dest pê kir, niha li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nêzî sed hezar mamoste û 900 hezar xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Bi Kurdî, Erebî û Suryanî sîstema me ya perwerdeyê niha bi 3 zimanan e. Me ti carî xwe li ser kesî ferz nekir û em vê nakin. Lê belê ji bo zimanê me yê dayikê çi divê em ê bikin."

Di hevdîtinên ji bo yekîtiya Kurdan de ya li Rojava ENKS dixwaze "Perwerdeya bi Kurdî nayê qebûlkirin, divê em li sîstema rejîmê vegerin". Vê pirsê ji her sê mamosteyan dipirsim.

ZIMAN NIRXÊ HERÎ BILIND Ê GELEKÎ YE

Goran Şakir dibêje, "Li cîhanê her milet bi zimanê xwe tê naskirin. Em jî dixwazin bi ziman û çanda xwe bên naskirin. Zimanê me nirxê me yê hevpar e." Ciwan Îbrahîm jî dibêje, "Her ji min bipirsin ku di vê şoreşê de çi hate qezençkirin, bêguman ez ê bêjim ziman. Ji ber ku ziman hebûna gelekî ye, nirxê herî bilind ê gelekî ye. Yên ku ji me dixwazin ku em dest ji zimanê xwe berdin bi zimanê dijmin diaxivin. Ji ber ku zimanê me nebe tiştekî me nîne."

ZIMAN DI SER SIYASETÊ RE YE

Menal Mihemed Emîn jî vê bersivê dide pirsa me: "Gava ku me avêt ne gaveke welê ye ku tawîz jê bê dayin. Ev xeyala me bû. Ji bo vê me gelek berdêl dan. Lewma ji bo xweşkirina dilê hin kesan, ji bo berjewendiyên şexsî ziman nikare bibe mijara bazariyê. Ziman di ser siyasetê re ye û ne mafê siyasetmedaran e ku di vê mijarê de biryarê bidin."