Serkewt Şemsedîn: Ji bê şermiya Mesûd matmayî me

Parlementerê Kurd yê li Bexdayê Serkewt Şemsedîn li ser hesaba xwe ya Facebookê rexne li Serokê PDK’ê digre û pêşniyar kiriye ku dest ji girêdana dûvikê xwe ya bi rêxistinên sîxurî yên dagirkeran a li Kurdistanê re berde.

Peyama Sekewt Şemsedîn ya di hesabê xwe de parvekirî wiha ye: “Carnan bê şermiyeke mezin hewce dike da ku mîna Mesûd Barzanî bi xwe bibî şahidê serşoriya xwe. Ew qasî hewcedarê dewlet û rêxistinên sîxurî yên Îranî, Tirkî û Erbî bî û tevî wê îftra biavêjî û xwe wek sembolê parastina gelê xwe nîşan bidî. Ew di demekê de ye ku li tu pêvajoyeke ya dîroka Kurd takekî siyasî û bê moral ê mîna te peyda nebûye.

Di rastiyê de ewqas bê şermî encax ji Mesûd hêvî dibe. Êrîşê dengên azadîxwaz û ragihandinan bikî û wan bi sûcên ku bi xwe pêk tîne tawanbar bikî.

Piştî vî emrê dirêj pêwîst bû ku te ji dîrokê dersa xwe girtiba û dest ji girêdana dûvikê xwe bi navendên sîxuriyê yên dewletan berdî, ji ber ku baş bizane ku heman dewletên ku îro tu ji bo wan sîxurtiyê dikî wê sibe mîna Îraniyan te teşhîr û rezîl bikin.”