Saziyên Êzidiyan êrîşa li ser Xanesorê şermezar kirin

Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Navenda Ҁanda Êzidxan û Koordînasyona Meclîsên Gundên Bakur êrîşên li ser Xanesorê şermezar kirin.

Saziyên Êzidiyan NAV-YEK, SMJÊ, MŞD, YÊS, HCÊ, NÇÊ Û KMGK êrîşa îro ya li dijî Xanesorê bi daxuyaniyeke hevpar şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta faşîst û dagirker a Tirk dîsa Xanesor bomberan dike.

Weke tê zanîn artêşa dewleta faşîst û dagirker a Tirk berî du hefteyan di 04-05.11.2019’an de Şengal bombebaran kiribû. Raya giştî ya navdewletî û neteweyên yekbûyî bêdeng man. Îro dewleta Tirk dîsa bi êrîşên hovanê yên hewayî navçeya bajarokê Xanesorê yê Şengalê bomberan kir.

Li gorî agahiyên ragihandinê balafira bêmirov a artêşa Tirk êrişî avahiyên şêniyan kir. Di encamên vê bomberanê de birîndar hene. Lê heta niha agahiyên zelal di derbarê encama vê ziyanê de nehatine ragihandin.

Dewleta Tirk bi pêşengiya rejîma Erdogan-AKP û bi alîkariya çeteyên Îslamîst weke DAÎŞ Efrîn û Rojava dagir kirin û niha ji berê xwe didin Şengalê. Dewleta Tirk bi navê Îslamê û bi hişmendiya nîjadperestiyê erdnîgariya Kurdan li gorî berjewendiyên xwe dagir dike û dîrokê vediguherîne. Car caran dibêje ez nexşeya dewleta Osmaniyan şûnde distînim û ji xwe jî xwe weke xelîfê nû ango weke pêxemberê nû dibîne. Car caran jî dibêje ez pêxemberê nû me û bi alîkariya hevalbendên xwe weke DAÎŞ hewl dide, dewleteke radîkal îslamîst bi pergala şerîetê li ser esasê zordestiya mêran ava bike.

Her weha, em weke sazî rêxistinên Êzidiyan, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û DYE’yê bi tundî şermezar dikin.

Divê Yekîtiya Ewropayê biryara xwe ya di 04.07.2018’an de a ji bo xweseriya Êzidî û Siryanan a li deşta Nînowayê têxe meriyetê.

Em bang li civaka Êzidiyan û li tevahiya mirovahiyê dikin, bêdeng nemînin û dakevîn qadan! Li hemberî van êrîşên namerd û hovane bêbersiv nemînin. Îro roj roja yekîtiya Êzdiyan e, lewma divê hemû Êzidî xwedî li nirx, çand, ol û xaka xwe xwedî derkevin.”