BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Helsînkiyê hate pîrozkirin

Salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê li Helsînkiyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Şahî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Piştre partî û rêxistinên cuda yên Kurdistanî û Fînlandiyayî peyamên pîrozbahiyê dan.

Partiya Komunîst a Fînlandiyayê, Komeleya Wekheviya Kurdistanê, Federasyona Kurdên Fînlandê, Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komele, Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya demokrat a Kurdistana Îranê, Tevgera Goran peyamên pîrozbahiyê şandin.

Li ser girîngiya rojê jî Mîrhem Yîgît axivî.

Piştre helbestvan Ardilan Abdo çend helbest xwendin.

Pîrozbahî bi muzîk û stranên Ahmed Dilşêr û Hozan Comerd heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.