Romaneke têkoşîna 100 salî ya Kurdan

Sê cîldên pêşî yê romana ''Li Welatê Rojê Vejîn'' ku têkoşîna azadiya Kurd a 100 salî vedibêje çap bû.

Yek ji nivîskarê rêze romanê Mehmet Saît Uçlu têkilî romanê ji Medya Haber TV re axivî. 

Uçlu got projeya rêze romanê ya ku têkoşîna azadiyê ya 100 salî ya Kurdan vedibêje ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Uçlu got, ''Rêber Apo, sala 2001'ê bû, pêşniyaz li hevalan kiribû ku hin pirtûkan binivisin. Xwestibû ku bi navê Klana Apo romaneke were nivîsîn, dîroka azadiya Kurd, dîroka azadiya PKK'ê, têkoşîna azadiyê bibe romanek. Proje bi vê çarçoweyê bû.''

Uçlu got li ser pêşniyaza Ocalan wan komeke ji 7 kesan pêk tê çêkirine, dest bi xebatan kirine, roman bi rengê 7 cîldan sêwirandine, di rêze romanê de têkoşîna Ocalan, damezirandina PKK'ê û lêgerîna azadiyê ya Kurdan hatiye vegotin.

Uçlu diyar kir armanca nivîsîna romanê ew e ku têkoşîna azadiya Kurdan berbiçav bikin û got, ''Me xwest ku vê dîroka ku tê jiyîn bikin xwedî bîreke civakî, bîreke civakî ya hevpar a mirovahiyê. Me xwest ku vê heqîqeta ku hatî jiyîn berbiçav bikin.''

Uçlu her wiha diyar kir wan honake romanê nedanîn, rastiya ku hatî jiyîn li gorî taybetmendiyên romanê vegotine.

Uçlu wiha domand: ''Em neçûn, nerûniştin û bi fikra em romanê binivisin me honaka wê nedanî. Bi honakekê heqîqeta ku hatî jiyîn me yê nekarîbûya bîninin ser zimên. Ev nîv sedsal e ev gel li ser piyan e. Ev nîv sedsala e li ber xwe dide, têkoşîna azadiyê dide. Rêbertî ev ji 20 salan zêdetir e li zindanê ye. Ji bo ku em vê heqîqetê derxînin meydanê me lêkolîn kirin û di encama lêkolînan de bi honaka heqîqetê me roman nivîsî.''

Uçlu her wiha diyar kir pêşxebata romanê salekê domandiye, li Libnan, Sûriyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê û li Tirkiyê salekê lêkolîn kirine û got, ''Me Rêbertî esas girt û xebat kir. Bi sedan kesî re me hevdîtin kir. Me hevalên zaroktî yê Rêbertî dîtin, me mamosteyên wî dîtin, çi mirovên ku Rêbertî dîtibûn me ew dîtin, me bi wan re roprtaj kirin. Me hewl da ku dema bihurî were bîra wan. Weke arkeologan me xebateke kolanê kir.''

Uçlu diyar kir ji bo ku romanê binivisin xebata ku kirine jî mijara romanê ye, got di rêze romanê de têkoşîna Ocalan li ber xwe esas dîtine û domand, ''Hemû analîzên Rêber Apo, hemû nivîsên wî ji nû ve xwendine, lê hûr bûne.''

Uçlu got rêze Romana Li Welatê Rojê Vejîn ji 7 cîldan pêk tê, 7 pirtûk jî her yekê ji 2-3 cîldan pêk tê.

Uçlu got, pirtûka pêşî Amara ye, di vê pirtûkê de serhildanên Kurdan ê sedsala 19'an û 20'an, heta sala 1960'yî tê vegotin, tê heta serdema ku Ocalan dest bi dibistana seretayî dike.

Uçlu her wiha diyar kir Amara ji sê cîldan pêk tê û pirtûka duyan ''Ronkahiya Hêviyê ye'', Bawer nivisiye, di vê romanê de pêvajoya ku Ocalan dest bi dibistana seretayî dike, salên dibistanê, salên ku dema dest bi zanîngehê dike heta civîna pêşî ya rêxistinê ya 1973'an a li Enqerê Bendava Çubukê, tê vegotin. 

Uçllu her wiha got pirtûka sêyan behsa salên 1973-1979'an dike, heta serdema partîbûna PKK'ê diçe ku pirtûka sêyan Îrfan Guler dinivisîne û navê pirtûkê jî ''Bûyina li Azadiyê ye''

Uçlu diyar kir pirtûka çaran jî ji hêla Mehmet Fahrî Çîftkûş ve tê nivîsîn, ji sê cîldan pêk tê, berxwedana zindana Amedê vedibêje, navê wê jî,, ''Berxweddana Azadiyê ye.''

Uçlu diyar kir Pirtûka pêncan jî Lêgerîna zadiyê ye, ew bixwe vê dinivisîne û di demeke nê zde wê çap bibe. Uçlu diyar kir ''Lêgerîna Azadiyê'' salên di navbeyna 1979-1982'an de vedibêje.

Uçlu her wiha diyar kir pirtûka şeş û heftan dîroka piştî 1982'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd vedibêje û got, ''Ev rêz dibe ku îsal biqede. Heke îsal neheqede jî serê sala bê wê biqede. Bi vî rengî rêz Li Welatê Azadiyê Vejîn' wê temam bibe.