Rojnamegerê Kurd ê 6 salan li kampê penaber ma, azad bû

Rojnamegerê Kurd Behrûz Bokanî şeş sal in li kampa penaberan a Evûstralyayê ya li Papûa Gîneya Nû penaber bû. Bokanî li kampê bi telefonê pirtûkek nivîsandibû û vê pirtûka wî xelat stendibû. Bokanî êdî azad e.

Behrûz Bokanî yê 35 salî demeke dirêj bû çavkaniyeke girîng a di nav kampê de û wî bi awayekî berdevkiya koçber û penaberên li kampa Manûsê kir.

Bokanî bi pasaporta ku Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û vîzeya ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Pêncşemê şev ji kampê derket û gihişt Zelandaya Nû. Tê payîn ku Bokanî li ser pirtûka xwe ya ‘Ji xeynî çiyayan dost tune: Nîşeyên ji girtîgeha Manûsê’ jî pêşkêşiyekê bike.

Manûs pirtûka xwe li ser telefonê nivîsandibû û bi rêya Whatsappê ji wergêr re şandibû. Vê pirtûkê Xelata Wêjeyê ya Vîctorîa stendibû.

Bokanî di pirtûka xwe de qala rewîtîya xwe ya dijwar a ber bi Evûstralyayê, girtina wî, tecrube, mirin û xwekuştinên li kampa penaberan dike.

Bakonî dema xwe gihand Zelandaya Nû ji rojnameya Gûardîanê re axivî û got ku “Cara pêşîn e, ji ber ku ez li jiyanê mame, ez bextewar im. Ji bo ku ez baş fêm bikim ku azad im, pêdiviya min bi demê heye.” Bokanî diyar kir ku wê piştre li îxtîmalên îltîcayê binihêre û bal kişand ser vî tiştî ku DYE ew qebûl kiriye.

Bokanî di sala 2013’an de dema di kovara Kurdan de dixebitî ji ber nivîsên wî yên rexneyî leşkeran girtibûn ser mala wî û wî jî bi rêyên qaçax axa xwe terikandibû. Keştiya ku ew tê de bû ji aliyê Evûstralyayê hatibû tespîtkirin û ew şandibûn kampa li Manûsê.

Behrûz Bokanî di sala 2017’an de tevî Kamalî Sarvestanî rojên xwe yên li girava Manûsê bi qeyd kiribû. Ev belgefîlm bi telefoneke destan hatibû kişandin.