Rewşa dawî ya erdheja li Xarpêtê

Di erdheja li Xarpêtê zêdetirî 20 kes mirin. Tê gotin ku dibe ew hejmar zêdetir bibe.

Di erdheja bi pîleya 6.8’an a ku navenda wê taxa Sîvrîce a Xarpêtê bû û li navçeyên hawîrdorê jî hatibû hîskirin de 20 kes mirin. Hate diyarkirin ku zêdetirî 1000 birîndar hene.

HDP ŞANDEYEK ŞAND

Şandeya Partiya Demokratî a Gelan (HDP) çû Xarpêtê ku erdhej lê çêbûbû. Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Raihandinê a HDP de hate diyarkirin ku alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Rêveberoyên Herêmî Berpirs e Salîm Kaplan, Berdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Huqûqê Ayşe Acar Başaran, Parlementerê Çevlikê Erdal Aydemîr, Parlementerê Mûşê Şevîn Coşkûn û Hevserokê Şaredariya Erganiyê Ahmet Kaya bi mebesta lêkolînê çûne bajêr.

‘HEJMARA MIRIYAN DIBE KU ZÊDE BIBE’

Wezîrê Tendurûstiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir ku mirov di bin xirbeyan de mane û got: “Dibe hejmara miriyan zêde bibe.”

LI AMEDÊ GEL DAKET KOLANAN

Erdheja li Xarpêtê li Amedê jî hate hîskirin. Li Erxeniya Amedê jina bi navê Salîha Kûrt û zaroka wê ya 11 salî ji ber panîkê xwe ji balkonan avêtine û ew rakirin nexweşxaneyê.

Li Bismilê jî Sûltanî Surer (80) ji ber krîza dil rehmet kir.

PEREYÊ ERDHEJÊ LI KU YE?

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku di 17 salan de 36 milyar dolar ji bo erdhejê hatiye komkirin û pirsî “Gelo ev pere li ku ye?”

HATIN RIZGARKIRIN

Li Xarpêtê û Gezîna Madenê du kes ji nav kavilan hatin rizgarkirin.  Hate diyarkirin jineke ducanî jî ji nav kavilan hatiye rizgarkirin.

AFAD: 21 KES MIRI 1030 BIRÎNDAR HENE

AFAD’ê diyar kir ku li Xarpêtê 4 avahî hatine hilweşandin û got ku “Heta niha 21 kes mirine û 1030 kes jî birîndar bûne.”

AFAD’ê diyar kir ku 143 xebatkar û 47 wesayîtên wan jî çûne herêmê.