Polîsên Elman ala neteweyî ya Asûriyan bi kêfî qedexe kir

Di dema çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku ala neteweyî ya Asûriyan bê vekirin.

Dema dawî siyaseta dewleta Elman a ji bo krîmînalekirina aktîvîstên Asûrî, Suryanî û Keldanî balê dikişîne. Tevî ku al û sembolên wan di lîsteya qedexekirî ya Wezareta Karên Hundir a Federal de nîne, ala partî û rêxistinên Asûrî, Suryanî û Keldanî ji aliyê polîsan ve bi rengekî kêfî tên qedexekirin.

Di roja sêyemîn a çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, aktîvîstê Asûrî yê bi navê Sabrî Barsîlîbo bi ala xwe ya neteweyî xwest tevlî çalakiyê bibe, lê belê li helwesteke kêfî ya polîsan rast hat. Barsîlîbo ku ji bajarê Guterslohê tevlî çalakiya rûniştinê bû, ala neteweyî ya Asûrî ya di destê wî de hate desteserkirin û al nedan wî.

'ÇARENÛSA KURDAN Û YA ASÛRIYAN WEKE HEV E'

Her wiha bi îdîaya ku 'sembola qedexekirî' pê re hebû der heqê wî de lêpirsîn dest pê kirin. Barsîlîbo helwesta polîsan şermezar kir. Barsîlîbo ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku saziyên Suryanî-Asûrî li Elmanyayê ne qedexe ne, lê belê tevî vê yekê jî ala wan ji aliyê polîsan ve hate desteserkirin.

Sabrî Barsîlîbo diyar kir ku ev helwesta polîsên Elman bi serê xwe nîşan did ku çarenûsa gelên Asûrî-Suryanî û Kurd weke hev e û got, "Tevî vê astengiyê jî beşdarî çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûm."

Barsîlîbo ku endamê Kongreya Bawerî û Gelan a Mezopotamyayê ye anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd tavilê azad bibe û gel hemû ji bo vê armancê têkoşîneke hevpar bimeşînin.