PKK: Bi lezgînî pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye

PKK destnîşan kir ku Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin nikarin destketiyên xwe biparêzin û diyar kir, "Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye ku hêzên siyasî, partî û civaka demokratîk a rêxistinbûyî li hev kom bibin."

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê wiha ye:

"Li Rojhilata Navîn niha Şerê Dinyayê yê Sêyemîn diqewime. Di Şerê Dinyayê yê Yekemîn de Kurdistan kiribûn çar parçe, li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê hatibûn meşandin. Dewleta Tirk serkêşî ji van polîtîkayên qirkirinê re kiribû. Niha jî dewleta Tirk serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, li her deverê êrîşî destketî û têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd dike. Êrîşa li dijî Rojava jî êrîşa li dijî jiyana demokratîk û azad a Kurdane. Êrîşa li dijî hebûna Kurdane. Ji ber vê yekê dijminatiyê li her tiştên ku Kurdan xurt dikin, dike.

Hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn ên li ser qirkirin û parçekirina Kurdan a di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de hatin afirandin û statukoya ku di çarçoveya van hevsengiyan de ava bû ji hev belav bûye. Ev yek jî firsend û derfetan dide Kurdan ku di nava sîstema qirker a sedsala 20'an de ne. Lê belê ji ber ku Kurd nekarîn bibin yek û hêzên mêtinger ji vê rewşa parçebûyî ya Kurdan sûdê werdigirin, li gel firsend û derfetan her wiha metirsî jî zêde bûne. Ev yek jî rîskeke welê diafirîne ku firsendên sed salî carekê dikevin destê Kurdan ji dest bên revandin.

BI RENGEKÎ LEZGÎN PÊWÎSTÎ BI KONFEARNSA NETEWEYÎ HEYE

Rewşa dawî ya siyasî ya salên dawî bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan ku Kurd nebin yek û têkoşîneke hevpar nemeşînin, bidestxistina destketiyên nû li aliyekî, yên heyî jî wê ji dest bidin. Destketiyên Kurdan bi ast û hêza têkoşîna li hemû parçeyan, her wiha bi yekîtiya neteweyî dikarin bên parastin. Lewma bi rengekî lezgîn pêwîstî pê heye ku hêzên siyasî, partî, civaka demokratîk a rêxistinbûyî, rewşenbîr, hunermendên Kurd hemû li hev kom bibin û Konferansa Neteweyî pêk bînin. Eger konferanseke bi vî rengî bê derengxistin û pirsgirêkên navbera hêzên siyasî ji holê neyên rakirin, rewşa parçebûyî wê bibe sedem ku gelê Kurd berdêlên gelekî giran bide û sererastkirina vê jî wê gelekî zehmet be.

PÊKANÎNA KOMXEBATA NETEWEYÎ GELEKÎ GIRÎNG

Gelekî girînge ku heman piştî êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Rojava 14 partî û tevgerên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hev kom bûn. Di vê kombûnê de nûnerên partiyên siyasî hemûyan xwestin ku civîneke neteweyî pêk were, komxebateke neteweyî pêk were û bi vî rengî êrîşên li dijî Kurdan, metirsiyên heyî bên nirxandin û helwesteke hevpar bê nîşandan. Em vê kombûnê û daxuyaniyan gelekî girîng dibînin. Daxuyaniyên partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û rêveberiya federasyonê yên vê demê, ji bo gelê me bûye moral. Wê gelekî girîng be ku nûnerên birêz ên di civînê de ji bo kombûna neteweyî bang kirin li hev kom bibin, civîn an jî komxebateke neteweyî pêk bînin. Em dixwazin bêjin ku kî vî karî bike bila bike, ji bo me gelekî girînge û em ê piştevaniya vî karî bikin.

EM PIŞTEVANIYA KARÊN BI VÎ RENGÎ DIKIN

Ev komxebat dikare mijarên lezgîn nîqaş bike û hin biryaran werbigire, helwesteke hevpar nîşan bide. Lê belê pirsgirêkên ku Kurd pê re rû bi rû ne pirsgirêkên demdirêj û giranin. Ji ber vê yekê li gel nîqaşkirina pirsgirêkên rojane û peydakirina çareseriyan, her wiha Konferanseke Neteweyî jî dikare bê nîqaşkirin û komîteya amadekar dikare bê avakirin. Em ji niha ve radigihînin ku em ê piştevaniya vî karê siyasetmedarên hêja yên di civîna 14 partiyên siyasî de li hev kom bûn û xwestin civîn an jî komxebata neteweyî bê kirin, dikin. Em bang li saziyên demokratîk ên Kurdan û raya giştî ya Kurdan jî dikin ku piştevaniya vî karî bikin.

Di demeke wiha de ku derfetên bidestxistina destketiyên mezin gelek in, her wiha metirsî jî hene. Lewma gelekî girînge ku partiyên siyasî û saziyên demokratîk, mirovên aqîl li hev kom bibin û dest bi karê Konferansa Neteweyî bikin û bikin ku di demeke kurt de konferansek pêk were. Ev yek wê ji bo dîroka gelê Kurd gelekî girîng be. Ji ber berpirsyariya xwe ya li pêşberî berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd em nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan didni. Jİ ber ku li Rojhilata Navîn Şerê Dinyayê yê Sêyemîn diqewime û rewşa siyasî ya di nava vî şerî de afiriye fikarên me zêde kiriye. Gelek rewşenbîr, nivîskar û tevgerên siyasî yên Kurd û siyasetmedarên xwedî wijdan van fikaran dibînin.

EM Ê BI BERPIRSYARIYA XWE TEVBIGERIN

Em hêvî dikin ku banga 14 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hestên wan ên neteweyî wê bi rengekî erênî bersiva xwe bibînin. Bi vê daxwazê em soz didin ku em ê bi her rengî berpirsyariya xwe pêk bînin. Berpirsyariya hemû hêzên siyasî ye ku metirsiyên li dijî gelê Kurd bibînin û Konferansa Neteweyî pêk bînin ku hesreta gelê Kurde. Di vê çarçoveyê de em hestiyariya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hemûyan a li pêşberî êrîşên li dijî Rojava teqdîr dikin, silav dikin û di karê wan de serketinê dixwazin."