PJAK: Divê hemû hêzên demokratîk piştgiriyê bidin Şengalê

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) diyar kir ku ew peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê şermezar dikin û destnîşan kir ku divê rê li ber fermaneke din a li ser Şengalê neyê vekirin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê de, ya li ser Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. PJAK’ê destnîşan kir ku hebûna PDK’ê li Şengalê ji bo berjewendiyên hizbî û hêzên dagirkeriya Kurdistanê bû.

PJAK’ê eşkere kir ku tişka ku DAIŞ’ê nekarî li Şengalê bike, niha PDK bi peyamek nû ya li gel dewleta Iraqê, Tirkiye û hêzên sermeyedarên cîhanê bi firotina Şengalê dixwaze pêk bîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku civaka Êzidî yek ji civakên di dîrokê de timî bûye hedefa êrişan û li ser 73 ferman pêk hatine wiha tê gotin;”Siyata înkar û tinekirinê ji aliyê hêzên herêmî û cîhanê ve li ser vî gelî tê meşandin. Di serdema Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku navenda wê Kurdistanê ji hemû demê zêdetir êriş li ser rengên cuda yên Rojhilata Navîn pêk tên. Ji bo yekdestkirina herêmê û hegemonkirina herêmê hewil didin.”

PJAK’ê ragihand ku di sala 2014’an de hewildan ku bi riya DAIŞ’ê civaka Êzidî ya ku bi hêz û rengê xwe qet teslîmbûnê qebûl nake tine bike û wiha didome;”Bi têkoşîna keç û kurên Êzidî û Tevgera Apoyî gelê Êzidî ji tinekirina dîrokî xelas bû. Gelê Êzidî fam kir ku yekane mercê mayîn û hebûna wê ev e ku erka parastin û siyasetkirinê bi xwe bike û li benda ti kesê nemayîne. Ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hewildana radestkirina Şengalê ev rastî selmand ku nebe erka parastinê bispêrin hêzekî derveyî civakê, divê her civak xwe bi xwe biparêze. Hebûna hêzên PDK’ê li Şengalê tenê bi bi armanca berjewendiyên PDK’ê û hêzên dagirkerên Kurdistanê bû. Niha dixwaze heman karî bike. Ji ber vê zihniyetê 3 hezar jin û keçên Şengalê kirin mal û birin bazaran. Rêveberiya PDK’ê niha nûnertiya vê ferasetê dike.”

PJAK’ê lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de şermezar kir û destnîşan kir ku tişta ku DAIŞ’ê nekarî li dijî Şengalê bike PDK û welatan dixwazin temam bikin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) piştgiya xwe ya ji bo xwerêveberiya Şengalê re anî ziman û ragihand ku divê hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz piştgiriya xwerêveberiya Şengalê bikin û divê rê neyê dayîn ferman dubare bibe.