Piştî kuştina Floyd, qereqola polîsan hate şewitandin

Li bajarê Mînneapolîsê yê DYE'yê, piştî ku kesekî Afro-Amerîkî ji aliyê polîsan ve li naverastê hate kuştin, xwepêşandanên protestoyî dest pê kirin û di şeva sêyemîn de qereqoleke polîsan hate şewitandin.

Şeva Pêncşemê çalakvanên protestoyî bi polîsan re şer kirin û qereqola polîsan a ku polîsê ku George Floyd kuşt lê dixebitî, şewitandin.

Bi hezaran kes tevlî çalakiyên li bakurê bajêr bûn. Hin ji çalakgeran zor dan bendên li pêşiya qereqolê û cam şikandin.

Polîsan daxuyaniyek weşandin û diyar kirin ku bi şev saet di 22'an ji ber ewlehiya personelan avahî hatiye valakirin. Çalakiyên protestoyî piştî nîvro dest pê kiribûn. Hate ragihandin ku li bajarê Saînt Paûlê jî xisar bûye.

Çalakiyên protestoyî, piştî ku George Floyd ê Afro-Amerîkî yê 46 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin, dest pê kirin.

Polîsan di dema destwerdanê de Floyd li erdê dirêj kiribûn, bi çonga xwe pê li stuyê wî kir û ew fetisand. Ev dîmen di medya civakî de bi rengekî zindî hate weşandin û tevî ku Floyd digot "Bêhna min diçike" polîs hîn jî pê li stuyê wî dikir.