Pirtûka Ocalan wê li fûara pirtûkan a Leipzigê bê nasandin

Pirtûka Ocalan a bi navê "Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema xwedayên bi maske û qralên rûpêçandî" ya bi zimanê Elmanî hate wergerandin, li fûara pirtûkan a Leipzigê tê nasandin.

Kûrbûnên navbera salên 2007-2010'an ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi navê "Manîfestoya Civaka Demokratîk" bihîştibûn ber destê xwendevanan. Bergê destpêkê yê manîfestoyê di sala 2017'an de ji aliyê Reimar Heider ve bi zimanê Elmanî hatibû wergerandin û li welatên bi Elmanî diaxivin gihîştibû ber destê xwendevanan.

Bergê duyemîn ê pirtûkê jî wê bi navê "Şaristaniya Kapîtalîst: Serdema xwedayên bi maske û qralên rûpêçandî" (Die kapitalistische Zivilisation: Unmaskierte Götter und nackte Könige) di Newroza îsal de bigihêje ber destê xwendevanên Elman. Bergê duyemîn jî ji aliyê Reimar Heider ve hate wergerandin ku Heider ku rayedarekî 'Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re ye'. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Unrast ve hate çapkirin.

Ocalan di pirtûkê de bi nêrîneke zanistî ya serdema me re pîvanên sîstema exlaqî çandî û îdeolojîk a nû destnîşan dike. Pirtûk wê îro yekemcar li Fûara Pirtûkan a Leipzigê ya Navneteweyî were nasandin. Fûara Pirtûkan a Leipzigê yek ji girîngtirîn aktîvîteyên pirtûkan ên Elmanyayê ye û wê îro dest pê bike. Di fûarê de wê bi beşdariya werger Reimar Heider çalakiyek bê lidarxistin.

Di aktîvîteyê de wê pirtûka Ocalan bê nasandin û hin beşên ji pirtûkê werin xwendin. Kombûn wê li navnîşana "Halle 5, Stand E404" pêk were. Fûara pirtûkan wê saet 11:30'î dest pê bike û tê payin ku eleqeyeke mezin jê re çêbibe. Di fûarê de wê îsal bal bi giranî li ser Çekya be û pirtûkên ji 46 welatan bên nasandin. Fûar wê heta roja Yekşemê bidome û tê payin ku nêzî 300 hezar kes tevlî bibin.