'Pêngava 1'ê Hezîranê bi qasî ya 15'ê Tebaxê girîng e'

Yek ji fermandarên biryargeha navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar got, Pêngava 1'ê Hezîranê piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve yek ji pêngavên herî girîng e.

Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar têkildarî Pêngava 1'ê Hezîranê, şert û mercên destpêkirina pêngavê û hincetên wê wiha axivî:

"Dema ku me dest bi Pêngava 1'ê Hezîranê kirin, li dijî Rêberê me komploya navneteweyî pêk hatibû. Hêzên tasfiyekar ên wê demê plan dikirin ku tevgera me tasfiye bikin, hewl didan xeta hêzên emperyalîst li nava Tevgera me ava bikin. Zanîbûn ku tevgera me ne tenê li dijî dewleta Tirk şer dike, lê li dijî hêzên emperyalîst hemûyan têdikoşe. Emerîkayê bi rêya tasfiyekaran plan kir ku xeta xwe ya lîberal bixe nava me û tevgerê bi temamî ji holê rake. Hewl didan me ji Rêbertî, ji xeta Rêbertî vegerîne, pîvanên jiyana exlaqî ya ku Rêbertî ji bo me afirandibû lawaz bike û li gorî xwe rêbazeke şer destnîşan bike. Dema ku Rêbertî bi komploya navneteweyî ji aliyê fîzîkî ve dîl hate girtin, hewl dan ku di nava tevgera me de Rêberekî cuda biafirînin. Gelê Kurd û gerîla xwedî li Rêbertî û îdeolojiya Rêbertî derketin û bi vî rengî nîşanî dijmin dan ku jiyanek bêyî Rêbertî nabe.

TASFIYEKIRINA TASFIYEKARAN

Di vê demê de parêznameya 'Parastina Gelekî' ya Rêbertî gihîşt ber destê me. Ev parêzname li dijî hêzên ku dixwest me ji nava cewhera tevgerê dûr bixîne û jehreke wiha bixe nava me, mîna jehrkujekê bû, ku Rêbertî diyarî me kir. Bi vê parêznameyê re Rêbertî ji me gerîlayan re got, 'Yên ku xeta Rêbertî diparêzin, yên ku di şer de bi rêbaz û feraseta rast a gerîla şer dikin û teslîmiyetê qebûl nakin, yên ku di berxwedan û serketinê de israr dikin ew in gerîlayên Kurdistanê'. Berpirsyariya gerîla ne tenê şerê bi çekê ye, berpirsyariya gerîla di heman demê de fêhmkirin û pejirandina jiyan û îdeolojiya Rêbertî ye û bicihanîna wê ye. Her wiha li dijî tasfiyekaran ji parastina xeta Rêbertî berpirsyar e. Bi perspektîfên Rêbertî re li nava Tevgera me li dijî meylên tasfiyekar bi Pêngava 1'ê Hezîranê bersiveke mezin hate dayin. Eger Pêngava 1'ê Hezîranê nebûya, bi navê PKK'ê û gelê Kurd tiştek nedima, wê ji ser dîrokê bihatina birin. Piştî Pêngava 15'ê Tebaxê, Pêngava 1'ê Hezîranê yek ji girîngtirîn pêngavên me yên leşkerî û îdeolojîk e. Bi Pêngava 1'ê Hezîranê re hêzên me li qada Bakur ji nû ve ketin çeperan. Lewma ev pêngav tasfiyekirina tasfiyekaran e. Pêngava 1'ê Hezîranê israra di xet û jiyana Rêbertî de ye. Pêngava 1'ê Hezîranê nîşan da ku di paradîgmaya nû ya Rêbertî de bi biryar û îdîa ne. Pêngava 1'ê Hezîranê bi mîrateya Pêngava 15'ê Tebaxê hate kirin.

EGÎDÊ 1'Ê HEZÎRANÊ

Pêşengê Pêngava 1'ê Hezîranê hevalê Kendal Baz (Yûsûf Sarûhan) bû ku sala 2004'an li Gabarê şehîd bû. Hevalê Kendal jî bû Egîdê vê pêvajoyê. Pêngava 15'ê Tebaxê li Dihê dest pê kiribû. Kendal jî li heman cihî tevî du hevrêyên xwe çalakî kir û wesayitek ku gelek fermandarên Tirk tê de bûn îmha kir.

Silav jî bi tena serê xwe li navenda Sêrtê çalakî kir û kir ku dijmin gelek kuştiyan bide. Ji ber îxbarekê dijmin dor lê girt, lê wê bi giyana Bêrîtan teslîmiyet red kir û bi rengekî bi rûmet şehîd bû.

Li Dersimê hevalên Têkoşîn û Seyîd Riza heta fîşeka dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Şehîd Sorxwîn, Adar, Yildiz Gulbahar û Adil bi lehengiyeke mezin gihîştin şehadetê.

Sekna fermandariya lehengî ya hevrêyên Reşît û Rojîn sala 2012'an rê da ber şer.

Hevrê Alî Piling, Çîçek Botan, Şevîn Bîngol, Têkoşîn Amanos bi rêbaza xwe ya mezin a şer bûn dewama şehîdên 1'ê Hezîranê.

PROJEYA JI NÛ VE AVAKIRINÊ

Bi projeya ji nû ve avakirinê re me di rêbaz û taktîka gerîla de guhertin çêkir. Projeyeke welê bû ne tenê xweparastina gerîla, di heman demê de şêweyê şerê gerîla jî destnîşan dikir. Ya rast Rêbertî ev proje sala 1996'an heman piştî çalakiya Hevala Zîlan xiste dewrê. Lê belê wê demê me bi têrkerî Rêbertî fêhm nekir. Bi Pêngava 1'ê Hezîranê re me taktîkên gerîla hîn bi bandor bi kar anîn, her wiha ji ber teknolojiya pêşketî me rêbaz û taktîka gerîla weke dewama vê projeyê bêhtir dewlemend kir. Nabae ku em êdî tenê li ber xwe bidin, divê em êdî serketinê diyarî gelê xwe bikin.

Di çalakiyên sala 2020'an de jî me dît ku projeya ji nû ve avabûnê, çalakiyên wê encamgir in. Bi hejmareke kêmtir li deverên ku dijmin qet ne li bendê ye, derb li dijmin tê xistin... Nepenîtî, kûrbûn û azadî. Divê neyê zanîn ku gerîla li ku ye û çi dike. Çalakiya fedayî ya Sema Koçer perspektîfa herî mezin da gerîla.

ÇALAKIYÊN XWESER ÊN YJA STARÊ

Çalakiyên xweser ên YJA Starê jî derbên mezin li dijmin xistin. Vê yekê jî moral da hêza me, daxwaza çalakiyan zêde kir. Ji aliyê taktîkî ve gavên afirîner hatin avêtin. YJA STAR di fermandarbûyîna jinên azad û gerîlatiya wê de nîşaneya herî berbiçav e. Hêzên me yên YJA Starê ne tenê ji bo jin û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gerîlatiyê dikin, di heman demê de ji bo jinên li tevahiya cîhanê gerîlatiyê dikin. Li dijî sîstema serdest, li dijî zîhniyeta tecawizkar a serdestiya mêr, hêza xweparastinê ya jinan e. Sedsala 21'ê sedsala jinê ye û şoreşa jinê ye. Bi vê rastiyê tevna xweparastinê ji Latîn Emerîkayê heta Hindistanê gihîşt biryardariya xwerêxistiniyê.