Operasyonên qirkirina siyasî li Londonê hatin şermezarkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li dijî HDP'ê dimeşîne, li paytexta Îngilistan Londonê hatin şermezarkirin.

Çalakî bi banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li herêma Wood Green a li Bakurê Londonê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana HDP'ê", "Dewleta Tirk faşîst e", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn. Li ser operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDP'ê belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de bang li dewleta Tirk, Erdogan û AKP'ê hate kirin ku tavilê dest ji qirkirina siyasî berdin.

Beşdaran bi bîr xistin ku pêvajoya qirkirinê ya li dijî HDP'ê û gelê Kurd bênavber dewam dike û xwedî li pêngava "Dem hatiye" derketin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye.