Neteweyên Yekbûyî: Tirkiye ji sûcên şer berpirsyar e

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku bûyerên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin di çarçoveya sûcê şer de ne û got, "Tirkiye ji vê yekê berpirsyar e."

Piştî eşkerebûna rapora Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet daxuyaniyek da. Bachelet li Ofîsa NY'ê ya li Cenevreyê daxuyanî da û bal kiand ser sûcên şer ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê dike.

'LI HERÊMÊN KU TIRK LÊ NE SÛC TÊ KIRIN'

Komîsera Bilind Bachelet got, "Li bakur, bakurrojava û bakurrojhilatê Sûriyeyê li cihên ku hêzên Tirk û komên çekdar ên ser bi Tirkan ve lê serdest in, rewşa mafên mirovan gelekî giran e, li van herêman tundî û sûc li ser hikum in."

Bachelet wiha dewam kir: "Li gelemperiya Sûriyeyê binpêkirina mafên mirovan a li dijî sivîlan û binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî dewam dike. Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi belge kir, ku Efrîn, Ras al Aîn (Serêkaniyê), Til Abyad jî di nav de li van herêman mirina mirovan di mehên dawî de gelekî zêde bûye. Binpêkirina mafên mirovan ên li van herêman di asteke metirsîdar de ye. Hate belgekirin ku li van herêman mirov tên revandin, bi rengekî nehiqûqî mirov tên veguhastin, zevî, mal û milk bi zorê tên desteserkirin û mirov bi zorê ji herêmê tên derxistin."

'KOMÊN SER BI DEWLETA TIRK VE, DEST DATÎNE SER MAL Û ZEVIYÊN GEL'

Bachelet diyar kir ku komên çekdar ên ser bi dewleta Tirk ve mal, zevî û milkên gelê herêmê desteser kirin, talan kirin û piraniya van jî tevî malbatên xwe dagir kirin û got, "Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li gel binpêkirinên mafên mirovan ên cidî, her wiha belge kir ku zarok û jin, sivîl hatine revandin û hatine windakirin. Aqûbeta gelek ji van kesên hatine girtin û revandin nayê zanîn."

'DI ÇARÇOVEYA SÛCÊN ŞER DE YE, TIRKIYE JÊ BERPIRSYAR E'

Bachelet destnîşan kir ku kiryarên li van herêman di çarçoveya sûcên şer de ne, dikevin ber hiqûqa nvneteweyî û diyar kir ku Tirkiye ji van bûyeran berpirsyar e. Bachelet got, "Mirovên li van herêman dimînin, mafê wan heye ku bên parastin û serlêdanê bikin. Lewma em bang li Tirkiyeyê dikin ku têkildarî van sûcên me piştrast kirine tavilê dest bi lêpirsîneke bêalî û serbixwe bike, aqûbeta kesên ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin agahiyan bide û berpirsyaran eşkere bike."

'SÛCÊ ŞER E'

Komîsera Bilind diyar kir ku beşek ji kesên hatine revandin birine Tirkiyeyê û got, "Ev yek mirovan gelekî aciz dike û di çarçoveya sûcê şer de ye."