NPG'ê Xemgîn Setkar bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir, li Metînayê di êrîşa hewayî ya 26'ê Gulanê de gerîlayê bi navê Abdullah Temel (Xemgîn Setkar) şehîd bûye û sersaxî ji malbatê û gelê Kurdistanê re xwest.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Ji ber êrîşa hewayî ya artêşa TC a dagirker a 26'ê Gulanê, li herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyê me yê hêja Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) gihîşt şehadetê.

Nasnav: Xemgîn Setkar

Nav paşnav: Abdullah Temel

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Hediye-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 26'ê Gulana 2019 / Metîna

Hevalê me Xemgîn (Abdullah Temel) ji gundê Setkarê yê navçeya Elkê ye. Ji malbateke welatparêz a eşîra Gravî ye ku malbata wî ji pêngava 15'ê Tebaxê ve di nava têkoşîna azadiyê de keda xwe heye. Hevalê Xemgîn yek ji wan kesan bû ku bi welatparêzî, şoreşê û şehîdan re gelekî girêdayî bû. Polîs û jendermeyên dewleta TC a mêtinger gelekî êşkence lê kir û salên dûr û dirêj di zindanê de ma. Lê belê ji xeta berxwedanê ti carî venegeriya, tevî ku berdêlên giran da di berxwedanê de israr kir û gavekê jî bi paş de neavêt. Têkoşîna xwe di 9 salên dawî de weke milîtan û kadroyekî PKK'ê domand û di asta bilind de bû gerîlayekî profesyonel. Li herêmên Metîna û Heftanînê wezîfeya xwe ya fermandariya têkiliyên bi gel re bi rengekî serketî meşand. Bi cesaret, durustî, welatparêzî û kesayetiya xwe ya gelparêzî di nava gelê herêmê de bû xwedî cihekî taybet. Di emrê xwe re bi girêdana xwe ya bi xakê û nirxên civakî, bi welatparêziya herêma me ya Botanê, bi temsîliya xurt a xeta Rêbertî û Şehîdan bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Di serî de malbata hevalê me yê Xemgîn em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê hesab ji dewlet TC a mêtinger bipirsin û hêjayî wî bin. Em bang li gelê xwe yê Botan û Behdînanê dikin ku xwedî li xeta welatparêziyê ya heval Xemgîn derkevin û li dijî dewleta TC a mêtinger û faşîst û hevkarê wan derkevin."