NPG’ê Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji ber ku derbên giran li hêzên dagirker ên Tirk daye Fermandariya Eyaleta Heftanînê pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di peyama xwe ya nivîskî de bal kişand ser çalakiyên gerîla yên ku di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbûlayê li dijî hêzên dagirker ên Tirk hatiye lidarxistin.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li hemberî êrîşên dagirker a ku dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Tîrmehê de li dijî herêma Heftanînê daye destpêkirin, heta niha berxwedana hêzên we derbên giran li dijmin xistiye. Li hemberî hêzên faşîst ên ku bi amûr û alavên teknolojîk hewl dide Heftanînê dagir bike, hêzên we herî dawîn di 8’ê Tebaxê de li qada Pîrbûlayê bi çalakiyên berfireh derbên giran li dijmin xistiye. Ev çalakî serkeftî ne û di warê taktîkê de jî dijmin têk birine.

Di van çalakiyan de yên ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî dijmin tên lidarxistin, bi pêşengiya rêheval Warşîn û Sorxwîn derbên giran li dijmin hatiye xistin.

Hêzê we dora dijmin girtiye, nehiştiye dijmin tevbilive û li helîkopterê jî dane, berxwedana Heftanînê rakiriye asta herî jor. Di van rêzeçalakiyên berfireh ên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û li gorî taktîka şer a gerîlayên modernîteya demokratîk hatine lidarxistin, ji ber serkeftinên hatine bidestxistin, di serî de fermandariya we, hemû hevalên keda wan di berxwedanê de heye, hemû hêzên we yên li eyaletê pîroz dikin, di vê berxwedana dîrokî de serkeftinê ji we re dixwazin.

Dewleta Tirk a faşîst ku dixwaze li Kurdistanê gelê me û hemû nirxên gelê me tune bike, ji bo ku rejîma xwe ya faşîst li ser pêyan bihêle hemû metodên qirêjî dixe dewrê. Di çalakiyên herî dawîn de dewleta dagirker derbên giran xwar, têkçûna xwe vedişêre, bi rêya metodên şerê psîkolojîk dixwaze rastiyan berevajî bike. Wezîrê parastinê yê rejîma faşîst piştî derba giran diyar kiriye ku wan li herêma Pîrbûlayê serkeftin bi dest xistiye û hewl daye bi derewan ser têkçûna xwe bigire. Sûc û derewên vê feraseta tirsonek a ku encama rast a şer ji gelê Tirkiyeyê vedişêre wê bi saya têkoşîn û têkoşîna gelan derkeve holê.

Li ser vî esasî di têkoşîna li Heftanînê de gerîlayên modernîteya demokratîk a ku bi taktîkên xurt û afirîneriyeke profesyonel taktîka dijmin pûç dike û derbên giran li dijmin dixe, wê bi ser bikeve. Bi baweriya ku wê hemû êrîşên dijmin bi baldariyeke mezin û xweparastinê li ser bingeha derb li dijmin were xistin wê êrîşên dijmin were şikandin, wê Pêngava Cenga Heftanînê bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê bibe yek û şervanên fermandarê mezin rêheval Egîd wê serkeftineke bi mezin bi dest bixin, em hemû rêhevalan bi hezkirin û hurmet silav dikin û bi hestên herî dilsoz serkeftinê ji we re dixwazin.”